Xwişka şehîd Egîd Roj ji çiyayên azad name şand

Vejîn Ararat ku ew jî li çiyayên Kurdistanê rojnamevaniyê dike, ji bo merasîma cenazeyê birayê xwe yê rojnamevan şehîd Egîd Roj ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûbû, nameyek şand.

Xwişka şehîd Egîd Roj ji çiyayên azad name şand
17 sibat, 2025   16:48
HESEKÊ

Rojnamevan Egîd Roj ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û berxwedana gelan a li herêmê dişopandin, 15’ê Sibatê di êrişa balafirên dagirkeran de şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Egîd îro li Parkewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê bi beşdariya bi hezaran kesî hat oxirkirin.

Di merasîmê de nameya xwişka şehîd Egîd, Vejîn Ararat ku ew jî rojnamevan e û li çiyayên Kurdistanê berxwedana li dijî dagirkeriyê dişopîne, hat xwendin.  

Nameya Vejîn Ararat wiha ye:

“Em îro careke din şahidiya oxirkirina egîdekî welat ê ber bi rojê vê dimeşe dikin. Her oxirkirin ji bo me dibe serbilindî, nîşaneya doza me ya mafdar û dibe sond û peymana israra jiyana azad.

Ji êalbata min a hêja û gelê me yê welatperwer re;

Di serî de serê dayik, bav, xwişk û birayên min, hemû gelê me û şervanên çapemeniya azad sax be. Şehadata hevrê û birayê min Egîd, bi qasî we her kesî tesîreke mezin li min jî kir. Vê şehadetê xemgîniyeke mezin xist nava dilê me hemûyan. Bi qasî vê xemginiyê hêz û hêrseke mezin jî bi me re çêkir.

Rastiya şehadetê ya ku îro xwe di şexsê hevrê û birayê min Egîd de aşkera kiriye, careke din li bîra me hemûyan xist ka divê ji bo çi li dijî neyaran têkoşînê bikin. Di vê wateyê de şehadeta lehengê mezin Egîd ji bo me çavkaniya hêz û berxwedanê ye. Lewma divê tu kes nebêje ku Egîd miriye. Her ku berxwedana we mezin bû, dijwar bû, wê Egîd û bîranîna wî jî bi we re, bi me re bijî. Lewma em dibêjin şehîd namirin!

Malbata min a hêja;

Divê em hemû bi şehadeta Egîd serbilind bin. Ji ber ku wî di rêkeke pir pîroz û birûmet de xwe gihand şehadetê. Wisa bizanin ku Egîd remza kesayeta bişeref a Kurd e û heya dawiyê dikarin bi xebat û têkoşîna wî serbilind bin. Her çi qas niha di van kêliyan de em pir xemgîn jî bin, em dizanin ku dema me welatê xwe, Efrîna xwe, ji destê neyaran rizgar kir, wê demê serfirazî û serbilindî dê şûna xemgîniyê dagire. Ji ber ku xeyala Egîdê me dîtina Efrîna rizgarkirî bû û ez wek xwişka wî û hevrêya wî ya têkoşînê, soz didim heya dawiyê li pey vê xeyala wî bimeşim.

Wekî hûn dizanin destpêkê ji malbatê Egîd da ser şopa têkoşîna azadiyê. Wî fikir û ramana Rêber Apo bi me da nasîn. Em bi hêz, coş û eşqa wî ya jiyanê meşiyan. Me şahidî li fedakarî û barrakirina wî kir. Li gel ku biçûkê me yê malê bû, di her wext û dema barrakirinê de pêşeng û mezinê me jî bû.

Egîd li Efrînê şervanekî azadiyê, li Tişrînê nobedarê welatekî, îro jî li seranserê Kurdistanê lehengekî dilsoz e. Ew ezîz û delalê li ber dilê me bû. Îro Egîd careke din bar rakir, mezinî raber kir û berê xwe da nava karwanê nemiran. Di şopa Egîd de me hemû şehîdên xwe ji bo xwe kirin felsefeya jiyana azad. Me dil û mêjiyê xwe da, dema wextê wê hat em amade ne ji bo welat canê xwe jî bidin. Lê beriya her tiştî em ê xeyala Egîd û hezaran Egîdên welat pêk bînin. Ne tenê Efrîneke azad, Amedeke azad, Hewlêreke azad, Mehabadeke azad û Kurdistaneke azad, em ê diyarî şehîdên xwe bikin. Şehadata lehengê me Egîd roniya rêya me hemûyan e. Ji ber wê divê hûn jî ji vê şehadetê hêzê bigirin. Wisa bizanin ku bi hezaran Egîd li pey şopa wî, li Efrînê, Tişrînê û seranserê axa welat şer û têkoşînê dikin. Wê teqez tola Egîdê me yê qehreman hilînin.

Ez û hevrêyên xwe yên têkoşer jî di çapemeniya azad de, bi pênûs û lênûska xwe li pey şopa Egîd in! Em ê her daîm bibin dengê berxwedan û heqîqetê.

Malbata min a hêja;

Dibe ku ez niha ne li gel we bim, lê dizanim ku hevrêyên min ên dilsoz li kêleka we ne û wê tu carî we tenê nahêlin. Her yek ji wan ji bo we wekî Egîdekî ne, her yek cengawerek û her yek dilsozên welat in.

Ez ji çiyayên azad berxwedana we ya bisemyan ku ji Efrînê heya heya bendava Tişrînê bi serkeftinêke mezin xwe mezin kiriye, silav dikim û li beramberî vê berxwedana rûmetê rêz û hurmeta xwe pêşkêş dikim.

Şehadetên bi bîr û ramana Apoyî pêk hatin, îro welatê me gihandiye rûmeteke bilind û hûn ji bo vê rûmetê biparêzin bi fedakariyeke mezin şer û têkoşînê dikin. Bê guman rêka azadiya welatê me di vê fedakarî û têkoşîna we re derbas dibe. Bi dehan Egîdan di vê rêkê de xebat û şer kir û di dawiyê de xwe bi şehadetê gihand mertebeya jortirîn a rûmetê. Em bi vê rûmetê mezin dibin, em bi vê rûmetê serkeftinan mîsoger dikin, em ji gelê xwe hêzê digirin. Yên ku bi ser bikevin dayikên me yên dilsoz in, gelê me yê berxwedêr e, doza wan a mafdar û ewladên wan ên Egîd in.”