Bi merasîmeke biheybet şehîd Egîd Roj hat oxirkirin û şehîd Zagros hat bibîranîn

Bi sedan xelkê bajarê Hesekê, koçberên Efrînê, saziyên çapemenî û rojnamevanan cenazeyê rojnamevan şehîd Egîd Roj (Şervan Seydo) li Parkrewaneha Şehîd Dijwar defin kir û ji bo şervanê QSD’ê şehîd Zagros merasîmeke xiyabî li dar xist.

17 sibat, 2025   16:47
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo rojnamevan şehîd Egîd Roj (Şervan Seydo) ê ku di êrişa 15’ê Sibatê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû merasîma oxirkirinê li dar xist. Şehîd Egîd Roj li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê gundewarê Hesekê hat veşartin. Her wiha ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Zagros (Luey Mihemed Ezîz) ê ku di 27’ê Kanûna 2024’an li bajarê Minbicê şehîd bûbû de, merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.

Di merasîman de bi sedan xelkê bajarê Hesekê, koçerên Efrînê, saziyên çapemeniyê, rojnamevan û nûnerên QSD’ê û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Egîd Roj bi dahol, zirne û kevneşopiyên Efrînî ji beradê şehîdan derxist û bi peyatî ber bi Pakrewangeha Şehîd Dijwar a Hesekê ve ketin rê.

Di merasîman de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Hesen Beko, li ser navê YRA û YRJ’ê Stêrk Gulo, li ser navê hêzên leşkerî Nûrî Mehmûd, axaftin hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan, bi taybet ji malbatên her du şehîdan Egîd Roj û Zagros re xwest û got şehîd Egîd çawa aşiqê çeka xwe bû, di heman demê de aşiqê kamereya xwe jî bû û şahidê êrişên dijî Efrînê, berxwedana Efrîniyan a li dijî êrişan û berxwedana wan heta bi Şehba û Bendava Tişrînê bû.

Axêveran dewleta Tirk a dagirker ji rastiya xwe rojnamevan aşkera dikin ditirse, ji ber wê yekser rojnamevana dike hedefa xwe, beriya demekê jî dewleta Tirk a dagirker rojnamevana Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî kirin armanca xwe. Ji ber wê hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina dengê rastiyê ye.

Axêveran diyar kir ku ne ji rojnamevanên mîna şehîd Egîd Roj û ne şervanên mîna şehîd Zagros bûna wê dagirker bigihîşta armanca xwe, lê bi saya vî gelî, şervanên wî û rojnamevanên wî dagirker nikare armancên xwe pêk bînin.

Di merasîmê de li ser navê malbata şehîd Egîd Roj, birayê wî Dijwar axivî û diyar kir ku şervan, birayên şehîd Egîd wê bi rêya ku şehîd Egîd şopandiye girêdayî bin.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîda a Hesekê Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi stranekê ji hêla hevrêyekî şehîd Egîd ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA