Xwendekarên Zanîngeha Kobanê êrişa li dijî xwendekaran a li Hesekê şermezar kir

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê  li ser êrişa li dijî xwendekarên Kurd a li Hesekê, nerazîbûn nîşan da û li avahiya zanîngehê ya nû daxuyanî da.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê êrişa li dijî xwendekaran a li Hesekê şermezar kir
5 mijdar, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê  êrişa li dijî xwendekarên Kurd a li Hesekê, nerazîbûn nîşan da û li avahiya zanîngehê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Hîva Bozan ve hat xwendin.

Hîva Bozan êrişa li ser xwendekarên Kurd a li Hesekê şermezar kir û got: “Ew êriş û binpêkirinên ku li dijî xwendekaran pêk hatin û birîndarbûna çend xwendekaran, nayên qebûlkirin.

Em piştrast dikin ku daxwazkirina mafên zimanî û çandî ne dijminatiya tu gelî ye, lê mafekî rewa û bingehîn e. Êrişkirina li ser xwendekaran ji ber nasname û daxwazên wan, binpêkirina mafên wan e. Her wiha em zîhniyeta Baasê ya şoven ku dixwaze mafên gelê Kurd înkar bike yan daxwazên wî yên rewa bitepisîne, red dikin.”

Hîva Bozan  bang li hemû xwendekaran kir ku li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin û wiha got: “Em bang li hemû xwendekarên Kurd dikin, ji biçûk heta mezinan, ji dibistanan heta zanîngehan bi yek dengî piştgiriyê bidin xwendekarên Hesekê. Zimanê me mafê me ye, nasnameya me rûmeta me ye.”