Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê

Li eyaleta Florida ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), helîkopterek kete nava behrê. Di encama ketina helîkopterê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
5 mijdar, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya ku ji aliyê Parastina Peravê ya DYA’yê ve hate dayîn de hat diyarkirin ku helîkopter li ber Key Biscayne ya nêzîkî Miamiyê ketiye behrê.

Hat ragihandin ku di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Piştî ketina helîkopterê, Lijneya Ewlehiya Veguhestinê ya Neteweyî ya DYA’yê (NTSB) û Rêveberiya Hewayî ya Federal (FAA) lêkolîn dan destpêkirin.