Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir

Xwendekarên kantona Reqayê ji ber biryara veguhastina proseya ezmûnan li navendên kantonê de spasiya kedên Rêveberiya Xweser kir û ev yek bi gaveke erênî ya sivikkirina bar li ser xwendekar û malbatan bi nav kir.

Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir
Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir
Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir
Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir
Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir
Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir
Xwendekarên Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir
11 hezîran, 2025   17:02
REQA

Îro li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tomarkirina xwendekarên refa 9 ên ji bo mînhaca rejîma berê hat destpêkirin. Xwendekaran spasiya kedên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser kir.

Xwendekar Mihemed Nûr Ebdullah El Ebdullah li ser zehmetiyên xwe ji ajansa me re got: "Veguhastina navendên ezmûnan ji bo hundirê Reqayê barê me yê di aliyê çûn û hatinê de sivik kir."

El Ebdullah spasiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li vê gavê kir, ku wê şert û mercên ezmûnan hêsantir kir.

Xwendekar Îsmaîl El Fêdî jî got: "Me her tim zehmetî dikişandin. Rê xeter in, bendên kontrolê zêde ne û germahî jî heye. Ev kabûs di dema qeydkirina me ya ji bo pêşkêşkirina ezmûnan de her bi me re bû."

Xwendekar Xesan El Hemed jî li ser vê gavê spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: "Me ji bo çûna li bajarê Meidanê yê li aliyê rojhilatê kantonê ku zêdetirî 70 kîlometre dûr e, zehmetiyên giran dikişandin. Li kêlek wê jî her ajokrek jî li gorî xwe pere distan. Em beriya saet 2 berbangê ji mala xwe derdiketin ku saet 7 sibehê bigihînin bajêr."

Her wiha Udey Hesen Şehadê jî axivî û got: "Zehmetiyên me du qatî bûn. Me di nîvê şevê de berê xwe dida Meidanê. Malbatên me jî astengî dikişandin heta ku lêçûnên wesayitan û kirêya erebeyan dida. Biryara veguhastina navendên ezmûnan rizgarî bû. Êdî çûn û hatin lez, bê westan û bê tirs e."

Di civînekê de ku desteyên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê li dar xistiye, "Şaneya Xebatê" ji bo şopandina proseya ezmûnan li kantonê ava kir.

(mh/fr)

ANHA