Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir

Ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê perwerdeya bi zimanê kurdî de li bajarên Girkê Legê û Çilaxayê xwendekaran xwepêşandan li dar xistin.

Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir
Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir
Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir
Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir
Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir
Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir
Xwendekarên Girkê Legê û Çilaxayê daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kir
4 mijdar, 2026   13:05
QAMIŞLO

Xwendekarên li bajarê Girkê Legê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a têkildarî perwerdeya bi zimanê kurdî xwepêşandan li dar xist. Xwendekaran di xwepêşandanê de daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û misogerkirina mafê xwe yê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

Xwendekaran got biryar ne li gorî mafê perwerdeya bi zimanê wan ê dayikê ye û ziman beşeke sereke ya nasname û çandê ye.

Xwendekar li kolana sereke ya li bajar meşiyan û slogan berz kirin.

Xwendekarên li bajarê Çilaxa jî xwepêşandan li dar xist û daxwaz kir ku li hemberî banga wan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê rêzgirtin hebe û diyar kir ku mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye.

(sb)

ANHA