Xwendekaran desteka xwe ji bo koçberan ragihand

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê û Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava tev li seferberiyê bûn û ji bo piştgiriya tibî ya koçberan desteka xwe ragihand.

Xwendekaran desteka xwe ji bo koçberan ragihand
4 kanûn, 2024   15:03
QAMISLO

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê û Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şehba û Helebê de ku di encamê de koçberên Efrînê careke din neçarî koçberiyê kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyeyê li pêşiya avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna xwendekaran hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Xwendekara Zanîngeha Rojava Ciwana Hesen ve hat xwendin.

Ciwana Hesen diyar kir ku li gorî pêvajo û rewşa heyî, ew jî seferberiyê radigihînin û tevlî qonaxa seferberiya giştî dibin û got: “Em bang li tevahî xwendekarên li Sûriyeyê dikin ku bi rihê seferberî û welatparêziyê rabin ser piya û cihê xwe di nava şerê gelê şoreşgerî de bigirin. Werin em bi hev re welatê xwe, rûmeta xwe û şoreşa gelan biparêzin.”

Ciwana Hesen destnîşan kir ku divê li tevahî Sûriyeyê xwendekarên ji pêkhateya Ereb, Kurd, Suryan-Asûr û Tirkmen ji bo rûbirûbirina van êrîşên hovane destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin. Parastina ax û welatê xwe bikin.

Daxuyaniya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava li pêşiya avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna xwendekarên fakulteyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Hemrîn Îbrahîm re ve hat xwendin.

Hemrîn Îbrahîm diyar kir ku ew êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê li herêma Şehba û Til Rifetê şermezar dikin. Zêdetirî 6 salan e gel di nava metirsiyekê dijîn û niha bi êrişên heyî hewildanên qirkirina gelê Kurd tê kirin.

Hemrîn Îbrahîm da zanîn ku ew bi êşa gelê xwe hîs dikin û got: “Em desteka xwe radigihînin.”

(ekîb)

ANHA