YCWK: Em bi têkoşînê bibin yek

Yekîneyên YCWK’ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Stenbolê çalakiyek lidar xist û bang li ciwanan kir ku tevlî serhildanan bibin.

YCWK: Em bi têkoşînê bibin yek
4 kanûn, 2024   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê (YCWK) di çarçoveya pêngava ‘Em bi têkoşînê bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin’ de çalakiyên xwe didomîne.

Naveroka daxuyaniya Yekîneyên YCWK’ê bi vî rengî ye:

“Yekîneyên Sarigazî/Stenbolê, di 3’yê Kanûnê de li navçeya Sarigazî ya Stenbolê marketeke A101’ê bi molotofan hedef girt û şewitand. Ev çalakî bi armanca bersivdayîna ji êrîşên li ser gelê me yê Rojava re hate lidarxistin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku werin em metropolên Tirkiyeyê veguherînin qadên serhildanan û ji dijmin re bikin dojeh.

Ciwanên Kurdistanê wê rola xwe ya pêşengtiyê ji hemû gavan baştir bilîzin.’’