Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Tirbespiyê ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve hatin şermezarkirin. Di meşê de banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk hat kirin.

Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
Xwendekar û mamosteyan xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn
27 ÇILE, 2025   14:51
QAMIŞLO

Komeleya Perwerdeyê ya bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo nîşandina piştevaniya xwe ya bi QSDˈê re, meşek li dar xist. Bi sedan mamoste û xwendekaran beşdarî meşê bûn, ji pêşiya avahiya Komeleya Perwerdeyê dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Em hemû QSD ne" hatin vekirin û dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya şaredariyê sekinî û deqeyeke rêz hat giritn. Piştre rêvebera Komeleya Perwerdeyê Alaa Îbrahîm axivî. Alaa di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser sivîlan û binesaziya herêmê hewl dide gelê herêmê qir bike û siberoja gel tune bike.

Alaa Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qetilkirina zarok, jin û kesên bi teman û hedefkirina jêderên jiyanê sûcê şer dike, divê hesab jê were pirsîn.

Alaa Îbrahîm berxwedana QSDˈê silav kir û got piştevaniya QSDˈê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavnedî erkeke dikeve ser milê her kesî.

(bb)

ANHA