Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva peyamên Rêber Abdullah Ocalan civiya.

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya
27 ÇILE, 2025   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. 

Di civîna navendî de dê hûrguliyên hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya di 22yê Çileyê de bi Rêber Abdullah Ocalan re kiribû bên nirxandin. Pêşniyar û hişyariyên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dê bên nîqaşkirin.

AMADEKİRİNA NEXŞERÊYÊ

Yek ji mijara din a ku dê di civînê de li ser nîqaş were kirin jî xebatên şandeyê ya piştî hevdîtina duyemîn e.

Ji bo van xebatan dê nexşerêyek were amadekirin. Şandeyê piştî hevdîtina ewil li Meclisê çendek hevdîtin kiribû û hat zanîn ku MYK dê hewl bide xebateke bi heman rengî diyar bike. Dê nexşerêyeke ku peyamên Abdullah Ocalan bi çalakî û rêbazên cuda bi gel re bên parvekirin were amadekirin.