Xwendekar û mamosteyan peyama piştgiriya QSD'ê da

Bi hezaran xwendekar û mamosteyên Hesekê ji bo piştgiriya QSD`ê û şermezarkirina êrişan meşek li dar xist û got “Em hemû QSD ne.”

27 ÇILE, 2025   13:53
HESEKÊ

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û ji bo nîşandana piştgiriya xwe bi QSD û YPJˈê re, meşek bi dirûma "Ji bo ax, rûmet, ziman û mirovahiyê em hêmû QSD ne" li dar xist.

Bi hezaran xwendekar û mamoste ku tev li meşê bûn û panketên "QSD hêza me ye", "QSD rûmeta me ye" û “Yan mirineke birûmet an jî jiyaneke azad" vekirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên QSD û Yekitiya Xwendekaran bilind kirn.

Meşê ji Çerxerêya Sînalko dest pê kir û li Çerxerêya Îtfaiyeyê rawestiya. Li wir piştî rêzgirtinê, endamên Yekitiya Xwendekarên Welatparêz Lîlav Ehmed bi zimanê kurdî û Orhan Mehmûd bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û berxwedanana şervanên QSD û YPJ û gel a li bendava Tişrînê hat silavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Li bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî heye. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe hewl dide xaka me dagir bike û Mîsaqî Milliyê pêk bîne. Armaca dewleta Tirk a dagirker parçekirina xaka Sûriyeyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên naveneteweyî hate kirin û wiha hate gotin: “Em ji civat û rêxistinên navneteweyî daxwaz dikin ku ev êrişên li ser bendava Tişrînê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bên rawestandin. Bila tevahî gelê me jî li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide."

(bb)

ANHA