Ji bo 7 şehîdan konê sersaxiyê hat vedan

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên 7 şehîdên re xwest.

27 ÇILE, 2025   14:12
QAMIŞLO

Ji bo 7 şehîdan; Îbrahîm Mûrad, Ceger Serêkaniyê (Mihemed Elî), Kato Qamişlo (Hisên Hesen), Çiya Qamişlo (Elî Hisên), Kênco Qamişlo (Welîd Ebdullah), Harûn Qamişlo (Nezîr Omerî) û Şêrzad Qamişlo (Ehmed Elî) konê sersaxiyê li pêşiya Pakrewangeha Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan kes û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, sazî û dezgehên cavaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) herikîn bin kon û sersaxî dan malbatên her heft şehîdan.

Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Rêvebera Meclisa Kongera Star a Qamişloyê Leyla Şêro sersaxî da malbatên her heft şehîdan û got: “14 sal e sal şervanên me bi lehengî û bê tirs li ber xwe didin. Em ji tevahiya gelê xwe dixwazin ku piştgiriyê bidin zarokên xwe yên ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ji bo parastina ax û welatê û ji bo jiyaneke birûmet şer dikin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî axivî. Sofî di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî û berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir.

Nezîr Sofî di dewama axaftina xwe de bal kişand serketina Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞˈê û got: "Di sala 2014’an de zêdetirî 8 hezar çeteyên DAIŞˈê êrişî Kobanê kirin. Şervanên me li Kobanê îsbat kir ku berxwedan jiyan e û di oxirkirina rizgarkirina Kobanê de gelek şehîd û birîndar dane. Em tu carî nahêlin welatê me bikeve destê çeteyan. Çawa me Kobanê rizgar kir, em ê Bandava Tişrînê û Qereqozaqê jî biparêzin. Em soza xwe nû dikin û dibêjin heya dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li pey şopa xeta wan bin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El Casim di axaftina xwe de şervanên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê silav kir û got: “Em ji QSDˈê re dibêjin em heya dawî bi we re ne. Em xwediyê maf in û wê serkeftin ya me be. Em pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryan û tevahî pêkhateyên din bi hev re welatê xwe biparêzin.”

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Îbrahîm Murad 12`ê Kanûna 2024ˈan di encama qezayekê de şehîd bûbû, şervanê QSDˈê Ceger Serêkaniyê (Mihemed Elî) 7`ê Çileyê li Bendava Tişrînê, şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Kato Qamişlo (Hisên Hesen), Çiya Qamişlo (Elî Hisên), Kênco Qamişlo (Welîd Ebdullah), Harûn Qamişlo (Nezîr Omerî) û Şêrzad Qamişlo (Ehmed Elî) jî 4`ê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbûn.

 (re/bb)

ANHA