Xwendekar Hêvîn vegerî nava malbata xwe

Xwendekar Hêvîn Dawûd, piştî ku li taxa Suryan a Helebê hat revandin, li malbata xwe vegerî, lê rewşa wê ya derûnî ne baş e.

Xwendekar Hêvîn vegerî nava malbata xwe
27 adar, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya saetekê, xwendekar Hêvîn Mehmûd Dawûd a ji xelkê taxa Eşrefiyê ya Helebê, ku 2 roj e têkilî jê qut bûbûn, li malbata xwe vegerî. Hêvîn dema diçû Peymangeha Şebabuna ya li taxa Suryan hatibû revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî çeteyên "Emşat" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xwendekar revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Piştî hewldanên bênavber ji hêla malbat û dostên wê û civaka sivîl ve Hêvîn li malbata xwe vegerî. Lê rewşa wê ya derûnî, ji ber tundiya bûyerê ne baş e. Malbata wê û civaka xwecih bang kir ku di vê dema zehmet de alîkariya derûnî pêşkêş bikin.

Hîna hûrgiliyên bûyerê di lêpirsînê de ne. Malbat û derdor hêvî dikin ku bi vegera Hêvînê re bal li ser doza ewlehî û aştiya li herêmê were kişandin.

(fr)

ANHA