Rêveberiya Xweser di xwarina fitarê de Sûriyeyî li hev kom kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di xwarineke fitarê de pêkhateyên civaka Sûriyeyê li li hev kom kirin.

Rêveberiya Xweser di xwarina fitarê de Sûriyeyî li hev kom kirin
Rêveberiya Xweser di xwarina fitarê de Sûriyeyî li hev kom kirin
Rêveberiya Xweser di xwarina fitarê de Sûriyeyî li hev kom kirin
Rêveberiya Xweser di xwarina fitarê de Sûriyeyî li hev kom kirin
Rêveberiya Xweser di xwarina fitarê de Sûriyeyî li hev kom kirin
27 adar, 2025   19:30
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di çarçoveya meha Remezanê de, bi dirûşma “Bi rihê biratiyê û avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavendî, piralî” û bi beşdariya berfireh a pêkhateyên olî û civakî, xwarina fitarê çêkir.

Di çalakiyê de saziyên olî, saziyên civakî, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û şêxên eşîrên Kurd, Ereb û Suryan beşdar bûn.

Merasîma fitarê bi axaftinên olî ji aliyê komek Oldaran ve dest pê kir û bi xêrhatina beşdaran kirin. Oldaran bal kişand ser girîngiya meha Remezanê ku meha hezkirin û biratiyê û derbaskirina cudahiyên olî û fikrî ye. Oldaran diyar kir ku Rêveberiya Xweser  hemû ol û mezheb li ser yek maseyê kom kir û bang li her kesî kir ku nirxên hezkirin û biratiyê di navbera pêkhate û mezhebên cuda de bi pêş bixin.

Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Mihemed El Berak axivî û bal kişand ser girîngiya vê cejnê digel şert û mercên rûbirûbyî Sûriyeyê

El Berak got ev kombûn nîşan dide ku pêkhateyên gelê Sûriyeyê, ji misilman, Suryan, Êzidî, Ereb û Kurdên wê hemû yek in.

El Berak di dawiyê de hêvî kir ku aramî li seranserî Sûriyeyê pêk were.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Elî jî çend ayînên Qurana Pîroz ên li ser hezkirin û efûrkirinê bi bîr xistin û got meha Remezanê meha îbadet û nêzîkbûna ji xweda ye.

Elî hêvî kir ku her kes di nava xêr û xweşiyê de bijîn.

Çalakî bi srûdên olî û hewayeke şadî bi dawî bû.

(fr)