Xwediyê kena ku rûyê wî xemilandibû: Şehîd Alan El Elî

Şehîd Alan El Elî ku kurê yekane yê malbatê bû, bi rûkeniya xwe  dihat naskirin. Dijî torên madeyên hişbir têkoşînek girîng da meşand û qirêjiyên dagirkeran derdixistin holê. Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevî 28 hevalên xwe şehîd bû.

Xwediyê kena ku rûyê wî xemilandibû: Şehîd Alan El Elî
19 cotmeh, 2023   11:32
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Di 8'ê Cotmehê de balafirên dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ya li herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 29 endamên hêzên şehîd bûn, yek ji wan şehîd Alan Nazim El Elî bû.

Cenazeyê şehîd Alan di 11'ê Cotmehê de tev hevrêyên xwe şehîd Ehmed Xalid El Elî, Salih El Dendûş, Besam El Hisên û Mihemed Şemdîn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo bi beşdariya hezaran hesan hat oxirkirin.

Şehîd Alan Nazim El Elî di 2004'an de li Qamişlo ji dayik bûye. Kurê yekane yê malbata xwe bû, 3 xwişkên wî hene. Li dibistana Hitîn, piştre li Dibistana Lîwa xwendiye. Qonaxên navendî û amadehî li Dibistana Selac El Ehmed qedandiye.

`TU ALFEBAYEK NIKARE WÎ BI NAV BIKE`

Der barê zaroktiya şehîd Alan de, bavê wî Nazim El Elî ji ajansa me re got: "Gotin li ber wesifandina Alan kêm dimînin. Ew ne mîna zarokên din bû, tevî ku temenê wî biçûk bû lê hebûna wî di civatan de balkêş bû û her tim rûyê wî li ken bû."

Der barê xwendina şehîd Alan de, Nazim El Elî got: "Wî girîngî dida zanîn û xwendinê. Di xwendina xwe de li pêş bû lê belê wî asta amadehî bi dawî nekir."

Şehîd Alan di 2021'an de tev li saziyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye û di Saziya Zemhêrê ya Qamişlo de dest bi kar kiriye. Piştre sala 2022`yan tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûye di beşa Peywendiyan a Zeviyê El Omer de cih girtiye.

Dayîka şehîd Alan Şîrîn Dawûd jî wiha behsa kurê xwe kir: “Dema erka xwe ya nîştimanî pêk dianî, tevî 2 hevrêyên xwe di serê xwe de li nêzî guhê xwe birîndar bû. Sala borî jî, di kemîneke çeteyên DAIŞ`ê de jî bedenê wî xişxişî bû. Lê dîsa jî êşên xwe ji xwe re nekirin bar û bi vîneke xurt karê xwe temam kir.”

Têkildarî mereqa wî ya li ser kar, Şîrîn wiha axivî: "Piştî ku dermankirin bi dawî bû, di destpêka sala 2023'yan de ew tev li Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê bû, wî ji karê xwe hez dikir. Heta derengiya şevê kar dikir."

CIVAKÎ BÛ

Şîrîn Dawûd wiha lê zêde kir: "Sirparêz bû, zû hêrs dibû lê hema zû razî dibû. Di şaştiyan de destpêkê lêborîn dixwest. Zilm qebûl nedikir, parastina mafê xwe û hevalên xwe dikir. Comerd bû çi li cem hebûya bi xiznan re parve dikr. Civakî bû û hevalên wî pir bûn."

Xwişka biçûk a şehîd Alan, Sûriye El Elî wiha behsa birayê xwe kir: "Ji me xwest ku em ji bo şehadeta wî negirîn ji ber ku şehîdê welat e. Em bi wî û şehadeta wî serbilind in."

Malbata şehîd Alan teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir û got bila cîhan û hêzên navneteweyî bizanin ku ew dev ji mafên xwe yên rewa bernadinû ew ê tola hemû şehîdên xwe hilînin.

(mh/şx)

ANHA