Hêzên Şamê û çeteyan cihên hev topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El Mûbîn ji saetên siharê de noqteyên hev ên li gundewarê rojavayê Helebê topbaran dikin.

Hêzên Şamê û çeteyan cihên hev topbaran kirin
19 cotmeh, 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên ′Fetih El Mûbîn′ nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Biserton û Qubtan El Cebil ên li rojavayê Helebê bi çekên giran topbaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî gundên Kefer Teal û Kefer Emê yên rojavayê Helebê topbaran kirin. Agahiyên têkildarî kuştî û birîndaran nehatin parvekirin.

Duh (18 Cotmeh) di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya dijî bajarokê Tirmanîn ê bakurê Idlibê de yek ji wan zarok 2 kes birîndar bibûn. Di topbarana li dijî bajarokê Daret Izê û gundê Ebzemo yên rojavayê Helebê de jî jinek hate kuştin û zarokek birîndar bû.

(fr/c)