‘Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li mirovahiyê ye’

Gaziyên şer Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got “Xwedîderketina li Rêbertî tê wateya xwedîderketina li hemû nirxên mirovatiyê.”

‘Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li mirovahiyê ye’
8 cotmeh, 2024   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

9’ê Cotmeha sala 1998’an ku wek roja destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê zanîn, 26 salên xwe temam kir. Gaziyên şer têkildarî komployê ji ajansa me re axivîn.

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr di destpêka axaftina xwe de komploya li hember Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Hêzên navneteweyî û dagirkeran ji bo li Rojhilata Navîn armanc û hedefên xwe pêk bînin, xwestin Rêber Apo ji holê rakin. Ji ber ku Rêber Apo di şexsê xwe de Kurdên azad û serhildêr temsîl dike.”

Gulçîn Xoşmêr her wiha da zanîn ku hêzên dagirker ên Kurdistan di nav xwe de parve kirine, ji Tevgera Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, ditirsin û wiha dewam kir: “Ew hêzên dagirker di heman demê de ji fikir û îdeolojiya Rêber Apo pir ditirsin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên bindest ên ji hêla netewedewletan ve tên pelçiqandin jî hêviya azadiyê ye.”

Gulçîn Xoşmêr banga xwedîderketina li Rêber Ocalan kir û got: “Xwedîderketina li Rêber Apo tê wateya xwedîderketina li hemû nirxên mirovatiyê. Weke gaziyên şer em bang li hemû gelan dikin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo timî di nav çalakiyan de bin.”

Gaziyê şer Rêzan Masîro jî di axaftina xwe ya têkildarî komployê de got: “Em komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Hêzên komploger xwestin me ji Rêbertiya me qut bikin û Tevgera Azadiyê ji holê rakin. Lê Rêber Apo li Girava Îmraliyê bi têkoşîneke mezin tevahî planên dagirkeran û hêzên hegemon xerab kirin.”

Rêzan Masîro da xuyakirin ku Rêber Abdullah Ocalan êdî bûye rêberekî gerdûnî û wiha axivî: “Li gelek welatan gel, akademîsyen û mirovên zana fikrên Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên sîstema kapîtalîst derxistine holê weke rêya çareseriyê dibînin. Gel azadiya xwe di fikrên Rêber Apo de dibînin.”

Rêzan Masîro herî dawî banga tevlêbûnê li ciwanan kir û got: “Pêwîst e her ciwanekî xwedî keramet tevlî nav refên azadiyê bibe. Rêber Apo ji bo azadiya me hemû bar girtin ser milên xwe. Weke gaziyên şer jî ji bo hevrêtiyeke rast a bi Rêbertî re em xwe pêş dixin. Divê her kesên xwe bi fikrên Rêbertî perwerde dikin, zanibin ku em ê di pêşengiya Rêber Apo de bigihêjin azadiyê.”