Xûd El Îsa: Têkoşîna jinan li her derê hevbeş e

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa diyar kir ku li her derê têkoşîna jinan hevbeş e û got "Em heman êşê dikişînin. Wê demê mafê me jî yek e. Heya jinek rûbirûyî tundiyê be, em dev ji mafê xwe bernadin."

Xûd El Îsa: Têkoşîna jinan li her derê hevbeş e
21 tebax 2024   06:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa der barê cezayê darvekirina aktivîst Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî de û tevlêbûna kombûnê di hemleya Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ya bi dirûşma "Na ji darvekirinê re" de, ji ajansa me re axivî.

Xûd destnîşan kir ku Îran bi vê biryarê, dixwaze rê li pêşiya jinan bigire ku li azadiyê digerin.

Xûd bi bîr xist ku bi sedan çalakvan mîna Pexşan û Şerîfeyê di girtîgehên Îranê de ne û rojane îşkence û fişar li wan tê kirin. Xûd wiha domand: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de dikin û dev jê beradin."

Xûd kiryarên li dijî rojnamevan û çalakvanên jin ên di girtîgehên Îranê de, bi "kiryarên hovane" wesifand û got: "Ev sûc, berdewama kuştina jina Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaqê yên Îranê ye.”

Piştî kuştina Jîna Emînî, Îlona 2022`yan, xwepêşandanên berfireh bi pêşengiya jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar ketin.

Xûd destnîşan ku jin li herêmê ji bo ku edalet ji tevahî jinan re peyda bibe, dê têkoşîna xwe mezin bikin û berdewam bikin. Xûd wiha pê de çû: " Em heman êşî dikişînin. Wê demê mafê me jî yek e. Heya jinek rûbirûyî tundiyê be, em dev ji mafê xwe bernadin."

Xûd bang li jinan kir ku piştgiriya hev bikin, li hember tundiyê bi yek dengî bang bikin û cezayên darvekirinê rawestînin û got: "Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi rola xwe rabin û tundiya li dijî jinan rawestînin."

(şx)

ANHA