Komkujiya Elqemşê; dîrokeke nayê jibîrkirin

Şêniyên gundên Aliyan hîna behsa çîrokên bav û kalên xwe yên li ser hovîtiya artêşa Tirk a ku piştî Serhildana Şêx Seîd gundên wan şewitandin, komkujiya li gundê Elqemşê yê Bakurê Kurdistanê kiriye û gundê Dêrna Axî û Kendkî Şelal şewitandin, dikin.

Komkujiya Elqemşê; dîrokeke nayê jibîrkirin
Komkujiya Elqemşê; dîrokeke nayê jibîrkirin
Komkujiya Elqemşê; dîrokeke nayê jibîrkirin
Komkujiya Elqemşê; dîrokeke nayê jibîrkirin
21 tebax 2024   05:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

 Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku gelan kontrol bike û mafên wan binpê bike, siyaseta qirkirin û tirsandinê meşand û komkujî li dijî gelê Kurd û gelên din kirin. Piştî Serhildana Şêx Seîd, dewleta Tirk komkujî li gundên Elqemş, Dêrna Axî û Kendkî Şelal kir. Lê komkujiya Dêrsimê ku di encamê de 40 hezar kes hatin kuştin, di dîroka dewleta Osmanî de lekeyeke şermê ye.

Artêşa Tirk rêbazên îşkenceyê yên herî hovane li dijî xelkê gundên li ser sînor kirin, malên wan şewitandin, rasterast topbaran kirin. Heta îro siyaseta wê li dijî gelê wê berdewam e.

Bûyerên komkujiyê, hîna di bîra civakê de ne ku ji bo wan dersek li ser siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk e, li dijî gelên herêmê di vê demê de.

KOMKUJIYA ELQEMŞÊ

Gundê Elqemşê li herêma Şirnex a Bakurê Kurdistanê û girêdayî Cizîra Botan e. Di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye. 45 kîlomtre dûrî Şirnaxê û 40 kîlometre dûrî Nisêbînê ye.

Jina bi navê Delal Silêman Sedûn a ji gundê Zexîrê yê bajarê Çilaxa serpêhatiya hevjînê xwe û bavê wî yên ji komkujiya Elqemşê filitîne, wiha vegot: "Leşkerên dewleta Tirk sala 1926`an, gund dorpêç kir û agir aliyên gund vêxist û nehişt şênî derkevin."

Delal diyar kir ku zêdetirî hezar jin, zarok, ciwan di wê rojê de hatin şewitandin. Komkujiyeke hovane bû. Her kes li gund şewitîn, tenê 17 kes jê filitîn û xwe spartin Rojava. Yek ji wan ji êla Yotka bû û Ehmed Îsmaîl Osman ê li gundê Dêrna Qelinga dimîne ku berê ji ajansa me re der barê komkujiyê de axivîbû.

Delal diyar kir ku dê û bavê wê jê re gotiye ku artêşa Tirk kî ji şewatê difilitî dîsa vedigerand nav êgir û li ber serê wan stran digotin.

ŞEWITANDINA GUNDÊN DÊRNA AXÎ Û KENDKÎ ŞELAL

Piştî komkujiya Elqemşê, artêşa Tirk berê xwe da gundê Dêrna Axî yê li Rojava ku li ser sînorên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye û girêdayî bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ye. Artêşa Tirk ji ber piştgiriya Al Evdê Merî Axa ji Serhildana Şêx Seîd re, gund şewitandin. Gundî neçar man biçin gundê Kendkî Şelal. Lê artêşa Tirk bi dû wan ket û gundê Kendkî Şelal jî şewitand. Ji ber wê gundiyan berê xwe dan gundê Mûsa Kora ku wê demê di bin kontrola Fransayê de bû.

Mamoste Mistefa Remo ji şêniyên gundê Dêrna Axî ye, der barê komkujiyê de agahî parve kirin. Têkildarî mijarê got: "Piştî Serhildana Şêx Seîd dewleta Tirk êriş gund û kesên piştgiriya şoreşê kirine kir. Gundê Dêrna Axî jî yek ji wan gundan bû ku tev li şoreşê bûye û bi xwe navenda gundên Aliyan e. Di dîrokê de her tim çavê dagirkeriya Tirk lê bû.”

Remo wiha domand: "Dewleta Tirk gund şewitand û topbaran kir. Mizgefta Mele Omer a gund wêran kir û şewitand. Ji ber wê şênî berê xwe dan gundê Kendkî Şelal, lê dîsa jî leşkerên Tirk bi fermana fermandarê leşkerî yê wê demê yê bi n avê Elî Beg ew gund şewitandin. Jilewra şêniyan berê xwe dan gundê Mûsa Kora."

‘BERXWEDANA DESTANÎ HIŞT TIRKIYE VEKIŞE’

Evdî Mirî Axa ji fransiyan xwest ku li gundê Mûsa Kora parêzgehekê ava bike ji bo ku Tirkiye herêmên din ên Sûriyeyê dagir neke. Fransayê jî li gund parêzgeh ava kir.

Al Mirî bi hevkariya gundên Aliyan, dest bi berxwedaneke destanî li hember artêşa Tirk kir. çîrokên wê berxwedanê heta îro li ser zimanan e, çawa li hember dewleta Tirk bûn yek û ew neçar kir ku ji gundên wan vekişe.

Remo got: “Çavên dewletên kapîtalîst her tim li ser vê axê bû. Divê em ders ji bûyerên dîrokî bigirin. Berxwedana me li hember dagirkeriyê, rûmet e û em xwedî maf û doz in. Dê parastina destkeftiyên gelê xwe bidomînin.”

(şx)

ANHA