Xizmên girtî û windahiyan li aqûbeta zarokên xwe pirsî

Xizmên kesên di serdema serweriya partiya Baasê de hatibûn girtin an windakirin, li aqûbeta zarokên xwe pirsî û xwest edalet pêk were.

Xizmên girtî û windahiyan li aqûbeta zarokên xwe pirsî
15 ÇILE, 2025   06:17
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

8ˈê Kanûna 2024ˈan rejîma Baasê ya Sûriyeyê piştî serweriya zêdetirî 60 salan dom kir, hilweşiya. Bi hilweşîna rejîmê re, girtîgehên Edra û Seydnaya jî di nav de, deriyên girtîgehên rejîmê hatin vekirin û bi hezaran girtî hatin berdan. Vê yekê jî hêvî da bi deh hezaran malbatên sûriyeyî yên ku ji demeke dirêj ve agahî ji zarokên xwe yên girtî nedigirtin.

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê jî, bi ketina rejîmê re, çarenûsa hin girtiyan aşkera bû. Lê li aliyekî din navên hin kesan derketin ku hatine înfazkirin an ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. Li aliyekî din jî çarenûsa hin kesan heya niha nayê zanîn. Feysel Ehmed Umer û Hazim Ehmed Elî ji revandiyan bû ku heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

Feysel Ehmed Umer sala 1981ˈan ji dayik bûye, bavê 3 zarokan e û ji gundê Nebî Sadî yê bajarê Çilaxa ye.

Feysel di sala 2002ˈyan de bi armanca debara malbata xwe, berê xwe da Şamê û li herêma Xan Şêx wek gardiyanekî mezreyekê kar kir. Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re di 2012ˈan Feysel vegeriya gundê xwe. Di sala 2013ˈan piştî rewş hinekî li Şamê aram bû, Feysel û malbata xwe careke din diçin Şamê. Lê dewriyeya "Ewlehiya Leşkerî" ya rejîma Şamê bi ser mala wî de digire û wî û tevî hejmarek mêrên din digire.

Hêzên rejîmê Feysel sewqî beşa Ewlehiya Leşkerî dikin. Piştî 3 rojan hin girtî hatin berdan, lê Fesyel nehat berdan.

Keça Feysel, Nûr ku dema girtina bavê xwe 6 salî bû, got: "Sala 2013ˈan dema em li Şamê bûm, bi ser mala me de girtin û bavê min û hinek mêrên din girtin."

Birayê Feysel, Şealan Ehmed Umer ji bo pirsa birayê xwe bike gelek caran çûye Şamê. Her çi qas gelek pereyan dane rayedarên rejîma Baasê û navbeynkaran da ku agahiyekê ji birayê xwe wergire, lê hemû hewldanên wî bê encam bûn.

Bi hilweşîna rejîma Baasê re (8 Kanûn 2024) hêviya Şealan a ku aqûbeta birayê xwe nas bike, nû bûn. Şealan li girtîgeh û nexweşxaneyan pirsa birayê xwe kir, lê tu agahî bi dest nexistin.

HAZIM EHMED ELÎ DI ZINDANÊN ÎSTÎXBARATÊ DE WINDA BÛ

Hazim Ehmed Elî ji gundê Mûsa Korê yê herêma Aliyan a Çilaxa ye sala 1993ˈan jidayik bûye. Hazim Elî tevî birayên xwe di 20ˈê Tîrmeha 2012ˈan li herêma Dimêr a gundewarê Şamê li bendaneke kontrolê ji aliyê hêzên ewlehiya hewayî ve hatin binçavkirin û sewqî balafirgeha Dimêr hatin kirin. Li vir bi tawana ku ji xizmeta leşkertiya neçarî reviyane îşkence li wan hat kirin. Piştî çend rojan birayên Hazim hatin berdan, lê Hazim bi hinceta ku dê wî bişînin leşkertiya mecbûrî nehat berdan.

Di 2013ˈyan de girtiyekî hatibû berdan agahî da ku Hazim di girtîgeha Mezê Beşa 215ˈan a girêdayê Ewlehiya Hewayî de hatiye ragirtin.

Bavê Hazim bi hêviya ku kurê xwe bibîne, çû Şamê û bi rêya navbeynkarên nêzî rejîma Baasê pere da, lê destvala vegeriya. Ji wê demê ve malbat tu agahiyan li ser kurê xwe nizane.

Piştî hilweşîna rejîmê, bavê Hazim careke din çû Şame. Bavê Hazim li tevahî girtîgehan geriyan û ji aliyê têkildar pirsa kurê xwe kir, wêneyên wî li tevahî qadên Şamê daliqandin, lê tiştek bi dest nexist.

Malbata Hazim bang li aliyên têkildar kir ku çarenûsa kurê wê yê ji zêdetirî 13 salan ve winda ye, biprse.

Li gorî Weqfa Girtî û Windahiyên Zindana Seydnayayê, tê texmînkirin ku di navbera 2011-2018ˈan de zêdetirî 30 hezar kes ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane an hatibin înfazkirin. Li gorî raporan aqûbeta bi hezaran jî nayê zanîn.

Tev ku piştî ketina rejîmê re hêvî hatin dayîn, lê berdewama tevliheviya ewlehiyê, telifbûna belgeyan an veşartin hewlên aşkerakirina çarenûsa windahiyan asteng dikin. Dîsa jî girîgeh bi awayekî ne rêk û pêk hatin vekirin ku wergirtina agahaiyan û diyarkirina cihên girtiyan de zehmetir kir.

(bb)

ANHA