Jinên ji Tirbespiyê: Divê mafê jinan di avakirina Sûriyeye de hebe

Jinên ji Tirbespiyê diyar kir ku divê di avakirina Sûriyeya siberojê de mafên jinan hebin û werin parastin.

Jinên ji Tirbespiyê: Divê mafê jinan di avakirina Sûriyeye de hebe
15 ÇILE, 2025   03:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Piştî ketina rejîma Baasê, Heyet Tehrîr El şam (HTŞ) bi awayekî demkî hatiye ser desthilata Sûriyeyê. HTŞ dixwaze di avakrina Sûriyeya siberojê de mafên jinan neyên danîn.

Jinên ji bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê destnîşan kir ku divê li Sûriyeyê mafên hemû neteweyan, bi taybet ên jinan, werin parastin û jin di pêvajoya nû de cih bigirin.

Hediya Şemo diyar kir ku di dema rejîmê de hemû netewe û jin, ji her alî ve negihaştin mafên xwe, lê divê di avakirina Sûriyeya siberojê de jin cihê xwe bigirin.

Hediyayê bal kişand ser şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û wiha got: “Ji destpêka şoreşa Rojava de jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû saziyan de cihê xwe girt. Bajarê Tirbespiyê mînakeke vê ye.”

Hediyayê bal kişand ser damezirandina YPJ`ê û wiha dom kir: “Bi taybet piştî ku YPJ hat avakirin, karî tevahî jinan biparêze, ji wan jinên êzidî bûn ku di dema fermana Şengalê de hatibûn revandin. Ew jinên êzidî bi destê YPJ`ê hatin rizgarkirin û hîna jî dewam dike.”

Katrîn El Xilêf diyar kir ku divê avakirina Sûriyeyê wekî pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be û got: “Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re dijîn û her netewe bi zimanê xwe bi serbestî diaxive."

Katrînê xwest di destûra nû de mafên jinan werin esasgirtin.

Xerma Elî jî got: “Ez wek jineke Kurd daxuyaniyên ku HTŞˈê yên der heqê jinan de dide, tu carî qebûl nakim."

ANHA