Erîşa li ser gorên şehîdan hat şermezarkirin

Meclîsên malbatên şehîdan ên bajarên Dirbêsiyê, Hesekê û Til Hemîsê xirabkirina mezara şehîdan a Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin û xwestin ku sûcdar bên darizandin.

Erîşa li ser gorên şehîdan hat şermezarkirin
3 nîsan, 2025   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hember kiryar û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî mezara şehîdan a li bajarê Minbicê yê dagirkirî berdewam dikim.

Di vê çarçoveyê de meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Dirbêsiyê û Hesekê yên kantona Cizîrê daxuyaniyeke dan. Daxuyanî  li bajarê Dirbêsiyê li ber avahiya meclisê ji aliyê Hiba Berî hate xwendin. Li bajarê Hesekê jî li mezara şehîd Dejwar li gundê Dawidiyê ji aliyê endama meclisê Ezîze Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em vê kiryara sûc, ku ji sûcê li dijî mirovahiyê derbas dibe, bi tundî şermezar dkin. Ev êrişeke xayînane ye li dijî sembolên fedekaryê û binpêkirina hemû rêgezên mirovî û olî ye. "

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku lêpirsîneke bilez û berfereh bidin destpêkirin bo eşkerekirina tawankaran, dadgehkirina wan, da  ku kiryarên wiha gemar dubare nebin".

Til Hemîs

Li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. daxuyanî bi beşdarya bi sedan şêniyên bajar û gundên derdorê, ji aliyê endamê meclîsê Ebdullah Cemîl ve li pêşiya meclîsa bajêr hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev kiryara hovane hat şermezarkirin û wiha hate gotin: "Emi piştgirya gelê xwe yê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dikin û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta serketinê didin. "

(k)

ANHA

DIRBÊSIYÊ

HESEKÊ