Peymana Şêxmeqsûd-Eşrefiyê tê pêkanîn: Dîlgirtî hatin berdan

Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê hatibû îmzekirin de, 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 endamên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

3 nîsan, 2025   17:00
HELEB
MIHEMED EBDO

1’ê Nîsana 2025’an di navbera Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û desthilata Şamê de peyamneke ji 14 xalan pêk tê, hatibû îmzekirin. Di çarçoveya peymana ku ji bo xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, qedexeya diyardeyên çekdarî û birêxistinkirina ewlehiya hundirîn hatiye îmzekirin de îro gava yekem hat avêtin. 

Li gorî xalên peymanê îro 146 dîlgirtiyên girêdayî Meclisa Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên di destê desthilata Şamê de û 97 endamên girêdayî desthilata Şamê yên di destê hêzên ewlehiya her du taxan de hatin berdan.

Pevguhertina dîlgirtiyan li Çerxerêya Şîhan a li aliyê taxa Eşrefiyê pêk hat.

Di merasîma serbestberdanê ku xizmên dîlgirtiyan jî amade bûn de diruşmeyên der barê yekitiya gelê Sûriyeyê de û banga rawestandina destwerdanên derve hatin berzkirin.

Li gorî rayedarên Meclisa Giştî ya her du taxan, wê di çend rojên pêş de beşa duyemîn a serberstberdana dîlgirtiyan pêk were.

(fr)