Xeyala bi wêneyekê destpê kir û pêk hatiye

Bi dîtina wêneyên gerîlayên azadiya Kurdistanê re hêviyek ketibû dilê wê ku ew jî rojekê xaka xwe biparêz e. Bi şoreşa 19’yê Tîrmehê re li gel hevjîn û 7 zarokên xwe tevlî xebatên parastinê bû.

Xeyala bi wêneyekê destpê kir û pêk hatiye
Xeyala bi wêneyekê destpê kir û pêk hatiye
Xeyala bi wêneyekê destpê kir û pêk hatiye
Xeyala bi wêneyekê destpê kir û pêk hatiye
Xeyala bi wêneyekê destpê kir û pêk hatiye
24 tîrmeh, 2024   06:17
QAMIŞLO
SILAVA EBDULREHMAN

Wetfa Hesen sala 1970’yan li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. 4 keç û 6 kurên wê hene. Sala 1996’an ji ber pirsgirêkên aborî bi malbata xwe re koçî Şamê kiriye. Li wir 15 salan di mezraayan de karên çandinî û xwedîkirina sewalan kiriye. Zarokên wên jî karên cuda meşandine. 

Di vê demê de rewşa wan a aborî baş bûye û li navenda bajar ji xwe re avahiyek û seyareyek kiriye.

Lê ji bo wan aliyekî kêm her tim hebûye. Ew jî nasname, çand, ziman û welatê wan bûye. Lewma dema ku li Suriyeyê pêla serhildana gelan destpê kir û li Rojavayê Kurdastinê jî gavên ber bi Şoreşa 19’yê Tîrmehê ve dihatin avêtin, wan jî biryara vegerê daye. 

VEGERA WARÊ XWE

Wetfa û malbata wê dawiya 2011’an vegeriyane bajarê Qamişlo. Di heman salê de (2011) kurekê yê bi navê Egîd tevlî Yekîneyên Xweparastina Gel bû. Lê di sala 2012’an dema ji erka xwe vegeriyaye malê, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku şoreşa 19’yê Tîrmehê destpê kir û li bajaran jî komên parastinê hatin avakirin, Wetfa tevlî vê xebatê bûye. Dema 2013’an Hêzên Asayîşa Jinê hatin avakirin Wetfayê jî cihê xwe tê de girtiye. Li gorî wê gotina wê, li bajar koma yekemîn ji 9 jinan pêk dihat û di nava wan de tenê ew temen mezin bû.

HER DU HEVJÎN TEVLÎ ASAYÎŞÊ BÛN

Hevjînê Wetfayê jî ji destpêka avakirinê wê ve tevlî Hêzên Asayîşa Giştî bûye. Li gel avakirina Hêzên Suriyeye Demokratîk (QSD) 4 kurên wê jî tevlî vê eniya parastinê bûn. Kurek û keçek wê tevlî Hêzên Antî Teror (HAT) a girêdayî QSD’ê bûn û keçek wê jî tevlî refên YPJ’ê bûye.

7 KEÇ Û KURÊN WÊ TEVLÎ HÊZÊN PARASTINÊ BÛN

Kurekî wê di hemleya rizgarkirina Reqayê de (2017) birîndar bûye û niha di xebatên gaziyên şoreşê de kar dimeşîne. Keçek wê jî di hemleya rizgarkirina Holê de (2015) birîndar bûye û niha li Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê kar di meşîne. Kurekî wê jî di berxwedana Kobanê de birîndar bûye û hîn di refên QSD’ê de têkoşîna xwe didomîne.

XEYAL BÛ RASTÎ

Wetfa Hesen hîn di salên 1990’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye. Dema wêneyên gerîla dîtine, pir jê bandor bûye û heskirina wê ji bo hêzên leşkerî zêde bûye. Lê wê demê zewicî bû û zarokên wê hebûn. Dîsa jî her xeyal kiriye ku cilên leşkerî li xwe bike û vê erkê pêk bîne. 

Dema ku cihê xwe di Asayîşê de girtiye jî, hêviya Wetfayê ku her xeyala wê kiriye veguheriye rastiyê. Wetfa di vê demê de tenê çek ne hilgirtiye, ji bo naskirina civakê, xizmetek baş û belavkirina feraseta parastina civakî tevlî gelek perwerdeyan bûye.  

DI HEMLEYÊN RIZGARKIRINÊ DE CIH GIRTIYE

Wetfa Hesen di nava 11 salan de li gel hevalên ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de tevlî gelekên pêngavan bûye. Wetfa diyar kir ku di hemleyên rizgarkirina Hol, Şedadê, gundewarên Qamişlo û Dêrikê bûye. Dema sala 2021’an li taxa Tey a Qamişlo koma bi navê Difa El-Wetenî ya girêdayî hikûmeta Şamê êrîşî hêzên Asayîşê kirin, Wetfa jî li gel 2 kurên xwe yên di nava QSD’ê de tevlî operasyona dijî vê kom bû.

‘DIVÊ JIN BERPIRSYAR BE’

Dayika Wetfa da zanîn ku pêwîste jin li her qadekê berpirsyar bin; “Tevlîbûna şoreşê yek ji xewnên min bû ku bibim leşker. Karê leşkerî hêsan nîn e. Min jî gelek perwerde dîtin heta ku fêr bûm. Ez bi endamtiya Hêzên Asayîşa Jinê serbilind im. Zehmetî hene, lê parastina xakê karekî bi rûmet e. Heta ez sax bim, ez ê di nava vê xeta parastinê de bim.”  

(a)

ANHA