Dibistana Nuwêla ya Huneran bûye meqseda ciwan û zarokan

Dibistana Nuwêla, dibistana fêrkirina hunerên şêwekariyê, dengbêjî û tevgerê ye. Dibistan bûye meqseda zarok û ciwanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dixwazin behreyên xwe yên hunerî bi pêş bixin.

16 hezîran 2024   03:06
QAMIŞLO
SILAVA EBDURHEMAN

Dibistana Nuwêla ya Tevgera Hîlala Zêrîn behreyên zarokan û jinên ciwan di hunerên şêwekariyê, dengbêjiyê û tevgerînê de bi pêş dixe.

Dibistan ji aliyê hunermendên tevgerê ve sala 2020`an li Qamişloyê hate vekirin. Tenê zarok û jinên ciwan ên temenên wan di navbera 8 heta 40 saliyê de pêşwazî dike. Wan di aliyê teorîk û pratîk de perwerde dike.

Li dibistanê 3 beş hene; xêzkirin, şano û muzîk. Mamoste û hunermendên pispor çavdêriya wan beşan dikin. Her wiha beşeke fêrkirina lêdana amûrên muzîkê jî heye, mîna tenbûr, piyano, keman, ûd, erbane û gîtar.

Xwendekar, destpêkê nota û stranbêjiyê bi awayekî teorîk fêr dibin. Dûre derbasî pratîkê dibin û fêrî lêdana amûrên muzîkê dibin.

Zarok jî ji destpêkê ve fêrî lêdana amûrên muzîkê dibin, mîna ku çavdêra beşa fêrkirina lêdana ûdê Rewan Şêxo dibêje.

Xwendekar li ser 2 qonaxan tên nirxandin. Destpêkê fêrî usulên hunerê dibin. Qonaxa duyemîn jî di aliyê pratîk de tên testkirin. Ji bo teşwîqkirina zarokan jî bawername li wan tên belavkirin.

Çavdêra dibistanê Roz Hesen têkildarî sedema vekirina dibistanê got: "Armanca me ya sereke, keşfkirina behreyên zarokan û jinên ciwan e. Em dixwazin nifşê nû çand û mîrasa xwe ya hunerî nas bike. Ji ber ku huner, rêbazeke veguhastina mîrasa çandî ye."

Li gorî Rozê li dibistanê 50 xwendekar fêrî lêdana amûrên cuda yên muzîkê û wênexêziyê dibin. Ji destpêka damezirandinê ve 200 xwendekar jê derçûne. Rozê diyar kir ku hin xwendekarên ji dibistanê derçûne, dûre bûne endamên komên hunerî yên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan.

Ji dibistanê komeke bi navê Nuwêla jî hatiye avakirin. Ev kom tev li mîhrîcan û çalakiyên li herêmê dibe.

ÇIMA NUWÊLA?

Dibistan bi navê şehîd Nuwêla (Rîhan Hesen) hate navandin. Şehîd Nuwêla ji gundê Gir Hesnak ê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ye. Sala 1991`an tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûye û 16`ê Tîrmeha 1992`yan şehîd bûye.

Şehîd Nuwêla bi hezkirina xwe ya ji huner û stranbêjiyê re dihate naskirin û her wiha li gelek amûrên muzîkê dida.

(şx)

ANHA