ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 6 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 6 – 2024
26 hezîran, 2024   02:00

 Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê destnîşan kir ku çalakiyên wan ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomin. Jinan got: "Fikrê Rêbertî hebûna me diparêze û azadiya me misoger dike."

PYD'ê ji bo lidarxistina 10'emîn kongreya xwe ya giştî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava amadekariyan de ye. Li gorî agahiyan kongre dê di Cotmeha îsal de bê lidarxistin.

Ji heriyê (axê) kewareyên mêşên hingiv çêdike. Di wan kewareyan de mêşan xwedî dike û bi hingivê wan pêdiviya xwe pêşwazî dike, dide mirov û cîranên xwe jî. 

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hizbullah ve, eniya başûrê Lubnanê ketiye astên herî bilind ên metirsiyê û tu nîşanên agirbestê jî tune ne. Nivîskar û şîrovekarê siyasî Tony Boulos destnîşan kir ku rewşa eniya başûrê Lubnanê tevlihev e û şerê li wir derbasî qonaxa dawîn bûye.

Kongra Star a Kantona Firatê di civîneke girseyê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê de şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi bîr tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ji 59 şehîdên mehên Adar, Gulan, Nîsan û Hezîranê re li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîmê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Bi Mitranê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Zîlan û Sema li Nivîsgeha Weqfa Jinan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê çalakiyekê li dar dixe, her wiha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şaxê Helebê heman çalakiyê li hola civînan a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Hesekê ji bo xelatkirina tîma Ciwanên Holê ya fotbolê ku di dewreya Şehîd Bêşeng Birûsk de ya li ser asta Cizîrê bi ser ketine şahiyekê li Stadyûma Şehîdên El Muftî li dar dixe û Dibistana Nimûr Taykwando xelat dike.

Kongra Star bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a li taxa Eneteriyê ya Qamişlo daxuyaniyekê dide, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Narkotîkî ya Cîhanê Desteya Hundirîn û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Desteya Hundirîn civîneke çapemeniyê ya taybet bi têkoşîna dijî narkotîkê li dar dixe, saet 18:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)