Kewareyan çêdike, mêşan xwedî dike, hingiv belav dike

Ji heriyê (axê) kewareyên mêşên hingiv çêdike. Di wan kewareyan de mêşan xwedî dike û bi hingivê wan pêdiviya xwe pêşwazî dike, dide mirov û cîranên xwe jî.  

26 hezîran, 2024   06:17
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Mêşvanî li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hindik be jî, yek ji deriyên debarê ye. Êdî piraniya mêşvanan kewareyên nûjen ên ji daran hatine çêkirin bikar tînin. Lê li kêm cihan hîn jî kewareyên ji heriyê hatine çêkirin ku tê gotin hingivê wan xweştir e û ji bo mêşan baştir in, tên bikaranîn. 

Li bajarê Amûdê Sakîne Faris jî, di kawereyên ji axê de mêşên hingiv xwedî dike. Dayika Sakîne, kaweriyan bixwe çêdike, di wan de mêşan xwedî dike û berhema wê hem ji bo malbata xwe bikar tîne, hem jî dide mirov û cîranên xwe.

10 SAL E MÊŞVANIYÊ DIKE

Sakîne Faris li gundê Xerazê yê rojavayê bajar dijî. 41 salî ye û di 15 saliya xwe de hatiye zewicandin. 7 zarokên wê (5 keç, 2 kur) hene. 10 sal beriya niha, di rojekê demsala biharê de xwesuya Sakîne kewareyek ku ji heriyê hatiye çêkirin, li gel mêşên tê de, daye wê ku xwedî bike. Li ser vê yekê Sakîne jî dest bi xwedîkirinê kiriye.

Li gorî ku dayika Sakîne dibêje, wê tenê mêş xwedî nekirine, di heman demê ji xwesuya xwe çêkirina kewareyan jî fêr bûye.

Dema mêşên wê zêde bûn, di van kewareyan de xwedî kirin. Hejmara keware û mêşên wê heta sala 2023 derketiye 25’an.

Dayika Sakîne kewareyan zêde yên çêkirine û hingivê ji pêdiviya wê zêdetir jî firotine. Êdî bûye pispora çêkirina kewareyan û xwedîkirina mêşan.

GUHERTINA AVHEWAYÊ HEJMARA MÊŞAN DAXIST

Di salên dawî de wekî tevahiya cîhanê li herêmê jî avhewa guhertiye û tesîr li ser mêşvaniyê jî kiriye. Ji ber ku zûwabûn zêde bûye, cureyên gul û nebatan jî kêm bûne, lewma xwediyên mêşan zehmetiyê dikişînin. Sakîne Faris jî, bi vê sedemê neçar maye ku gelek mêşên xwe bifiroşe.

Niha di destê wê de tenê 7 keware mane. Dayika Sakîne bi van kewareyan pêdiviya xwe ya malê pêşwazî dike. Êdi têrî ku bifiroşe hingiv bidest naxe, lê carinan dide mirov û cîranên xwe jî.

Mêşên wê kêm bûne, lê çêkirina kewareyan didomîne. Li ser daxwaza mêşvanên din kewareyan çêdike û difiroşe. Rojê dikare heta kawereyan çêbike û yekê ji wan di navbera 20-25 hezar lîreyê Suriyeyê de difiroşe.

KEWAREYÊN JI AXÊ JI BO MÊŞAN BAŞTIR IN

Sakîne Faris dibêje, “Ez kewareyan bi axa sor û kayê çêdikim. 3 rojan piştî çêkirinê, dikarin mêşan têxin tê de.

Sakîne diyar kir ku ji bo kewareyên ji axê hatine çêkirin, ji bo mêşan baştir in, wan ji germahiya havînê û sermaya zivistanê diparêzin. 

(a)

ANHA