Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçerê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û gotin azadiya wî, çareserkirina pirsgirêka Kurd û sepandina aştiyê û aramiyê li herêmê bingeha jiyana aştiyane ya li Rojhilata Navîn e.

Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
25 hezîran, 2024   13:45
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9`ê Cotmehê û xiyanetê têk bibin" meşiyan. 

Ev çalakî û gelek çalakiyên din ên bi vî rengî di çarçoveya piştgiriya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pisgirêka Kurd re çareserî" de li dar ketin.

Meş ji Qada Azadî ya li bajarê Dêrikê dest pê kir û li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya.

Li wir, hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Ayhan Murad axivî  û got: "Divê çalakiyên me berdewam bikin, ji ber ku em xwediyê projeya neteweya demokratîk in ku li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bûye. Ji ber wê, divê em nîşaneya serkeftinê her tim bilind hildin da ku ji gelê xwe û Rêber Abdullah Ocalan re azadiyê bi dest bixin."

Endamê Meclisa bajarê Til Koçerê Yusif El Mehûs jî got: "Azadiya Rêber Abdullah, çareserkirina pirsgirêka kurd, sepandina ewlehiyê û aştiyê li herêmê, bingehên jiyana aştiyane ya li Rojhilata Navîn e."

El Mehûs wiha domand: "Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were, divê Rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan."

(şx)

ANHA