Li gundewarê dagirkirî yê Helebê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li gundewarê dagirkirî yê Helebê cenazeyê jinekê li kêleka rê hate dîtin.

Li gundewarê dagirkirî yê Helebê cenazeyê jinekê hate dîtin
25 hezîran, 2024   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku duh cenazeyê jinekê li kêleka rêya di navbera gundê El Hecer û Kirsnlî yê bajarokê El Raî yê bakur rojhilatê Helebê de hate dîtin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku li ser cenazeyê şûnên îşkenceyê hene û bi cenazeyê hatiye lîstin, nîşaneyên tecawîzê jî hene.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê bûyerên kuştinê, revandinê, destavêtin û tecawîzkirinê û şerê navxweyî, rojane rû didin.

(şx)