Artêşa Tirk li Behdînanê, welatiyan destgîr dike

Piştî ku karwanek ji wesayitên leşkerî û çekên giran û navîn yê artêşa Tirk a dagirker li sînorê Berwarî Bala û Amêdiyê derbasî nav axa Başûrê Kurdistana bû, artêşê ji duh ve li herêmê nuqteyên kontrolê çêdike û nasnameyan ji welatiyan dixwaze, li gorî agahiyan heta niha gelek kes hatine destgîrkirin.

Artêşa Tirk li Behdînanê, welatiyan destgîr dike
25 hezîran, 2024   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, leşkerên dewleta Tirk a dagirker li sînorê gundên Kanî Belavê û Bêlîzanê yên li ser rêya sereke ya bajarokên Bamernê û Kanî Masî nuqteyên kontrolê danîne û bi zimanê Tirkî ji welatiyan nasnameyan dixwazin.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, heta niha çend welatî bi tometên cuda ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatine destgîrkirin. Her wiha bang li welatiyan kirin ku bêyî nasname tev negirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ev çend şev in bi karwanên wesayitên leşkerî, çekên giran û navîn bi alîkarî, piştgirî û pêşengtiya PDK’ê ve ber bi herêma Berwarî Bala ya dikeve sînorê navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê ve diçin.