Li Efrînê heta zarok ji sûcên dagirkeran nafilitin

Çeteyên Firqeya El Hemzat a dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li zarokekî dan.

Li Efrînê heta zarok ji sûcên dagirkeran nafilitin
25 hezîran, 2024   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih li herêmê ragihandin ku çeteyên Firqeya El Hemzat a dewleta Tirk a dagirker li taxa Mehmûdiye ya nêzî Dibistana Sîna ya bajarê Efrînê li zarokê bi navê Ehmed Miho (13) ê ji gundê Bilîlko yê bajarê Recoyê dan.

Li gorî çavkaniyan ku agahiyên xwe ji bijîşk û malbatê wergirtine, lêdan bandor li mejiya zarok kiriye.

Her wiha di 23`yê Hezîranê de çeteyekî bi navê "Yusif" zarokeke keçîn ê 17 salî ji gundê Kibaşînê revand û destavêt wê.

15`ê Gulanê jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker zarokeke keçîn (13) ji êla El Bobena ya ereb li Efrînê revandibû.

5`ê Gulanê jî niştecihekî li bajarê Recoyê hatiye bicihkirin li zarokekî ji bajêr bi amûrekî tûj daye.

15`ê Nîsanê çeteyên dewleta Tirk li zarokek û ciwanekî Efrînê dan dema li motorsîklêt siwar bûbûn û vedigeriyan bajarê Efrînê.

12`ê Tebaxa 2023`yan jî, endamekî Meclisa Xwecih a dewleta Tirk a dagirker û kurê xwe zarokeke keçîn ji bajarê Efrînê revand û destavêt wê.

(şx)