Li Ebû Qelqel ê Minbicê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin

Meclisa Bajarê Ebû Qelqel a Kantona Minbicê xeleka xwendin û nîqaşkirina Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Li Ebû Qelqel ê Minbicê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin
Li Ebû Qelqel ê Minbicê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin
Li Ebû Qelqel ê Minbicê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin
Li Ebû Qelqel ê Minbicê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin
Li Ebû Qelqel ê Minbicê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin
Li Ebû Qelqel ê Minbicê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin
25 hezîran, 2024   16:59
MINBIC

Di çarçoveya rêzexelekên xwendina parêznemayên Rêber Abdullah Ocalan li Minbicê de îro Meclisa Bajarê Ebû Qelqel a Kantona Mınbicê xelekek li dar xist. Di xelekê de gelek xelkê bajêr, gund û bajarokên wê beşdar bûn.

Di xelekê de parêznemaya 4ˊemîn hat xwendin. Beşdaran ji komîteya rêxistinî pirsa hin têgîn û wateyên peyvan kirin.

Der barê armanca lidarxistina van xelekan, ajansa me nêrîna hevserokê Meclisa Bajarê Ebû Qelqel Tirkî El Ehmed girt. El Ehmed destnîşan kir ku armanc ji vê xelekê naskirin û kûrkirina di naveroka parêznemyên Rêber Abdullah Ocalan de ji têgeh û pêşniyarên têkildarî çareserkirina dozan bi taybet dozên civakî.

El Ehmed wiha got: "Di vê xelekê de parêznameya 4ˊemîn ku li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji krîz, doz û çareserkirina wan her wiha rola jinan di civakê de tê xwendin."

El Ehmed got dê ev xelek bi awayekî dewrî werin lidarxistin û deriyê meclisê li pêş beşdaran vekiriye.

(fr)

ANHA