'Fikrê Rêbertî hebûna me diparêze û azadiya me misoger dike'

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê destnîşan kir ku çalakiyên wan ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomin. Jinan got: "Fikrê Rêbertî hebûna me diparêze û azadiya me misoger dike."

'Fikrê Rêbertî hebûna me diparêze û azadiya me misoger dike'
26 hezîran, 2024   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda mutleq a ji zêdetirî 3 salan ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Welatiya bi navê Hêvîn Mihemed tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û "cezayên dîspilînê" şermezar kirin.

Hêvîn Mihemed destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên xwe bidomînin.

Hêvîn Mihemed diyar kir ku siyaseta tecrîdê û dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gel nagihîjin armanca xwe û got: "Em tu carî dev ji Rêberê xwe bernadin. Fikir û felsefeya Rêbertî misogeriya dewamkirina jiyanê ne. Rêbertî bi fikra xwe ya banga aştiyê dike ruhê me têr dike."

Her wiha, Yasmîn Îdlibî jî diyar kir ku ew ê li hember "cezayên dîspilînê" bangên xwe yên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilindtir bikin û heta pêkanîna wê armancê ew ê li qadan bin.

Yasmîn got: "Em bawer û piştrast in ku bêyî Rêbertî, azadiya jinan, azadiya civakan û dozên Kurdî, Sûriyeyî û Filistînî nayên çareserkirin. "

Yasmîn diyar kir ku tenê fikrê Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkan çareser dike û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ne tenê erkê Kurdan e, erkê hemû pêkhateyên herêmê ye.

Xilûd Rehmo jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û teqezî bi girîngiya xwedîderketina jinan li erkên xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan, kir.

(mh)

ANHA