Konferansa 4ˊan a Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan Konferansa xwe ya 4ˊan li kantona Reqayê bi dirûşma "Bi pêşengiya malbatên şehîdan ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê em ê têkoşîna şoreşgerî mezin bikin" li dar xist.

25 hezîran, 2024   21:03
REQA

Di konferansê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Reqayê û Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Konferans li hola Mişwar hat organîzekirin.

Di konferansê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Fatme El Elî fedakariya şehîdan li hemberî terora DAIŞ'ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi saya wê fedakariyê ev konferans hat lidarxistin, silav kir.

Piştre berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr Hac Ebdullah perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Her wiha sînîvzyonek li ser Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan. Dûre şêwirmenda Partiya Sûriya Pêşeroj Zelal Ceger lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Şehîdan rêya azadiyê ji me re ronî kir. Şehîd ew in ên ku her tiştê xwe ji bo azadiyê feda kirine."

Zelal wiha domand: "Wesîyeta şehîdan ew e em rêça azadiyê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan bişopînin ku hîna di nava 4 dîwaran de tê dikoşe. Rêberên me yên manewî şehîdên me ne."

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Meşleb El Turkan jî got: "Ne ji şehîdan bûya em jî tune bûn û projeya neteweya demokratîk pêk nedihat."

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan rêziknameya meclisê xwend û beşdaran li ser nîqaş kir.

Di nîqaşan de teqezî bi zêdekirina alîkariya malbatên şehîdan, vekirina baxçeya zarokên şehîdan ên astengdar, têkoşîna li dijî narkotîk û diziyê û şopandina rewşa zarokên şehîdan ên girtî, hat dayîn.

Di dawiya konferansê de hevseroketiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hat hilbijartin û encamname wiha hat diyarkirin:

1- Asta têkoşîna şoreşgerî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û parastina destkeftiyên şoreşê were bilindkirin.

2- Bernameyek ji bo perwerdeyên siyasî û îdeolojî were danîn.

3- Di aliyên madî û manewî de piştgiriya hevjîn û zarokên şehîdan were kirin.

4- Piştgiriya malbatên şehîdan ên hewcedar were kirin.

5- Li hember malbatên şehîdan rêzdarî hebe û dan û standina bi wan re baş be.

6- Dayikên şehîdan ên di kar de xwedî pispor in werin piştgirîkirin.

7- Çavdêriya civakî ya zarokên astengdar ên şehîdan were kirin.

8- Projeyên biçûk werin destekkirin.

9- Tevlêkirina ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan li nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

(mh)

ANHA