Bi daxuyanî û meşê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

Kadroyên tenduristiyê, şêniyên navçeya Şêrewa û Til Rifetê bi meş û daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga xurtirkirina têkoşînê kirin.

25 hezîran, 2024   21:44
ŞEHBA

Kadroyên tenduristiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê metirsiyên xwe li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê anî ziman û tecrîd bi êşkenceyeke fizîkî, ruhî û fikrî bi nav kir.

Daxuyanî li nexweşxaneya Avrîn a bajaroka Fafînê ji hêla endama Desteya Tenduristiyê Telhat Wilo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin  ku dihêlin mirov der barê rewaşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de gumanên pir mezin bijî. Her wiha tecrîda ku tê meşandin êşkenceyek fîzîkî, rihî û fikrî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi van nêzîkatiyên dermirovî û nehiqûqî di serî de dewlata Tirk a dagirker, Konseya Ewropa û CPTˊyê şermezar dikin. Pêwîst e CPT xalên peymana girtîgehan demildest pêk bîne. Kadroyên tenduristî bang li hemû sazî, dezgah, hiqûqnas û tenduristvanan kir ku li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pergala Îmraliyê helwestên cidî nîşan bidin.

Her wiha li gundê Dêr Cemal ê Şêrawayê meşek heta bi Parka Rêber Apo hat lidarxistin. Di meşê de şêniyên gundewarên Şêrawayê beşdar bûn.

Li wir endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Emel Elo axivî û wiha got: "Zarokên me li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin û em ê her tim xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin."

Emel destnîşan kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ew gihiştin vê qonaxê û wiha got: "Bi saya belavkirina fikir û  Felsefeya Rêber Apo, şoreşa me gihişt vê qonaxa herî bilind. Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê tevahî gelê cîhanê têkoşînê xurttir bikin."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a navçeya Şêrewa Fatme Ebdurehman axivî û wiha got  : "Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin."

Meş bi silogana "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

ANHA