Xelkên Girkê Legê û Amûdê ji bo piştgriya YPJ`ê daketin kolanan

Li bajarên Girkê Legê û Amûdê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 2 meşên girseyî hatin lidarxistin.

12 gulan, 2026   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star li bajarê Girkê Legê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşek li dar xist û bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û şervanên YPJ`ê beşdar bûn.

Meşê li Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Beşdaran dirûşmên ku berxwedan û têkoşîna jinan silav dikin, qîr kirin.

Meş li bazara bajêr veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Kongra Star Zilfa Bedro axivî û bal kişand ser girîngiya rola YPJ`ê di parastina herêmê û avakirina nirxên azadî û wekheviyê de. Zilfayê her wiha diyar kir ku naskirina fermî ya YPJ`ê tê wateya naskirina qurbaniyên bi hezaran jinên ku herêm li dijî êrişan parastin.

AMÛDÊ

Kongra Star li bajarê Amûdê jî meşek ji bo piştgiriya YPJ`ê li dar xist ku bi sedan şênî û endamên saziyan beşdar bûn.

Meşê ji Çarxerêya Jina Azad dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve çû, beşdaran dirûşmên "Bijî Yekîneyên Parastina Jin" û "Em hemû YPJ ne" qîr kirin û her wiha pankartên "Yekîneyên Parastina Jin hebûna me ne" hilgirtin.

Li navenda bajêr, piştî rêzgirtinê endama Kongra Star Civîn Hebîb axivî û behsa rola YPJ`ê di parastina jinan û mafên wan û parastina herêmê de kir. Civînê her wiha bal kişand ser rola şervanên jin di bidestxistina destkeftiyên şoreşê de û ji bo parastina van destkeftiyan banga berdeweamkirina têkoşînê kir.

Herdu meş bi dirûşmên ku berxwedana YPJ`ê silav dikin, bi dawî bûn.

(k)

ANHA