QSD`ê şehadeta 2 şervanan ragihand

QSD`ê ragihand ku şervanên wê Beşîr Reşîd Ehmed û Ehmed Salih Omer şehîd bûne.

QSD`ê şehadeta 2 şervanan ragihand
12 gulan, 2026   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniyek da û nasnameyêm 2 şehîdan ragihand. 

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek QSD nasnameyên 2 şervanan radigihînin. Her du şervan li herêmên cûda yên Rojava şehîd bûne. Ji bo parastina rûmet û hebûna gelê me canê xwe feda kirin. Şervanan wateyeke kûr da berxwedanê. Girêdana xwe ya bi jiyana azad, adil û hêviya ku venamirê îfade kirin. Li hemberî hemû êrişan li ber xwe dan.

Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û ji gelê Kurd re dixwazin. Em ê rêça wan a parastina gel, nirxên azadî û hebûnê bişopînin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Navê tevgerî: Mîtan Qamişlo

Navê rast: Beşîr Reşîd Ehmed

Navê dayikê: Xedîca Xelef

Navê bav: Reşîd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo-, 06.01.2006

Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Şehîd Xebat, 09.05.2026

Navê tevgerî: Ogir Efrîn

Navê rast: Ehmed Salih Omer

Navê dayikê: Almaz

Navê bav: Salih

Cih û dîroka jidayikbûnê: 01.01.2004

Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 18.01.2026

(np)