Xelkên Bakur ji bo Roja Piştevaniya Rojava li qadanin

Li gelek bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran kes ji bo piştevaniya Rojava ya cîhanî bi ruhê yekîtiya netewî li qadanin.

Xelkên Bakur ji bo Roja Piştevaniya Rojava li qadanin
1 sibat, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li gelek bajaran, di nav de Amed, Dîlok, Wan, navçeya Pirsûs a Rihayê, navçeya Cizîrê a Şirnexê, û Stenbolê, bi boneya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re meş têne lidarxistin.

Di çalakiyan de bi sedhezaran kes bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk, bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Rojava re dimeşin.

Piştî ku meş bi dawî bibin dê daxuyanî bên dayîn û siyasetmedar biaxivin.

Berfirehiya nûçeyê tê…