Li Siwêdayê internet qut e

Li bajarê Siwêdayê ku di bin dorpêça hikumeta demkî de ye, internet bi temamî qut bûye û şebekeyên telefonên bêtêl jî lawaz in.

Li Siwêdayê internet qut e
1 sibat, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê ku ji 13’ê Tîrmehê de di bin dorpêça hikumeta demkî ya Sûriyeyê de internet bi temamî qut bûye û şebekiyên telefonên bêtêl jî gelekî lawaz in. 

Şêniyan diyar kir ku qutbûna internêtê rewşa îzole dijwartir kiriye û têkiliyên bi derve re asteng kiriye.

Aliyên têkildar heya niha der barê sedemên qutbûna internet û lawaziya peyewndiyê de tu agahî nedane.

(b)