Pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Rojhilatê Kurdistanê şahiyên cejna Newrozê didomin, duh li gelek cihan bi coşek mezin Newroz hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê didomin
25 adar, 2025   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên bi coş yên bi boneya Newrozê dewam dikin. Duh li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna hezaran kesî, Newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin.

Li gorî agahiya Rojnewesê gundê Çapan û Tomarqamîş ya ser bi Seqizê, bajarokê Qesrîşîrîn, bajarokê Gîlanî, gundê Bîmeî Goran, gundê Bîmê ya ser bi Kirmaşan, gundê Newêheng ya li Sineyê, gundê Çeqel Mistefa ya ser bi bajarokê Nexede ya ser bi Urmiyeyê, gundê Hesar ya li Bokanê, Gundê Nê ya ser bi Merîwan, gundê Çiyane û Gezgeskî Pîran ya ser bi Pîranşarê, Newroz bi telvîbûna hezaran bi coşek mezin hate pîrozkirin.