Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê pêşdeçûnên siyasî nirxandin

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Helebê, bi amadebûna endamên Desteya Hevserokatiya partiyê, civîneke girseyî ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn organîze kir.

28 hezîran, 2025   18:41
HELEB

Ji bo zêdekirina hişmendiya siyasî di nava beşên civakê de û li ser bingeha pransîpa zelalî di dan û standinan de, îro Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Helebê civînek girseyî li dar xist. Di civîna ku li hola Star Layt a li herêma Şiqeyêfê ya taxa Şêxmeqsûdê hatiye lidarxistin endamên Desteya Hevserokatiyê ya partiyê Zelal Ceger û Semîre El Ezîz beşdar bûn. Civîn ji bo şîrovekirina pêdeşûnên siaysî yên dawîn û gavên partiyên yên dawîn hat ldiarxistin.

Li kêlek wan, di civînê de nûnerên partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Sivîl, tevgerên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi sedan alîgirên partiyê amade bûn.

Di destpêkê de Zelal Ceger axivî û amaje bi wê yekê kir ku Sûriyeyê ji 2011’an û heta roja îro ve, veguheriye navenda şerê wekaletê li Rojhilata Navîn, lê wê navenda çareseriyê li tevahî herêmê.

Zelal wiha domand: "Têgîna ‛Xêzkirina nexşeyên nû li herêma Rojhilata Navîn’ derî li pêş gelek pirsiyarên sûdwar kê ne û çima vedikin. Sûdwar heman kesên temenê Partiya Baas’ê dirê kiriye û yên bandor li hevsengiyên herêmê kirine."

Têkildarî guhertinên dawîn ên li ser Sûriyeyê Zelal anî ziman ku Sûriye hîna êşa kaosa zêde ya ji ber gelek hêmanan weke "tevlêkirina koman" di çarçoveya çaksazkirinê de" dûrî rastiyê, dikişînin. Li kêlek wê jî li dijî Elewiyan û pêkhateyên dîtir komkujî hatin kirin.

Zelal got bi serkeftina şoreşan an jî bi destxistina armancên wan re, yek ji armancên bingehîn ên pêşîn ku divê were bicîhanîn, avakirina hêzek ewlehiyê ji bo parastina jiyana sivîlan e, ne ku beşdarî qetilkirina wan bibe û nakokiya di navbera pêkhateyan de zêde bike.

Zelal her wiha behsa xebatên ku partiya wan tev lê bûne kir, di serî de dan û standinên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re û bi erênî wesif kir.

 Di dawiyê de beşdaran pirs û nêrînên xwe gotin. Beşdaran aşkera kir ku destwerdanên derve weke ya dewleta Tirk a dagirker rê li pêş rêveçûna dan û standinên aşkera digire û got divê biryarên der barê vê de serbixwe bin.

(fr)