Li Ukraynayê di êrişa fuzeyan de herî kêm 31 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li bajarê Sumi yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê, di êrişeke Rûs de bi dehan sivîl hatin kuştin

Li Ukraynayê di êrişa fuzeyan de herî kêm 31 kes hatin kuştin
13 nîsan, 2025   15:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê şaredariya bajêr roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrişeke bi fuzeyan a Rûs de li bajarê Sumi yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê gelek kes hatin kuştin.

Şaredar Artem Kobzar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û got, "Îro piştî êrişeke bi fuzeyê bi dehan kes mirin."

Heman rayedarî got, "Dijmin careke din êriş bir ser sivîlan. "

Servîsên lezgîn ên li cihê bûyerê hejmar eşkere kirin û diyar kirin ku herî Kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 2 ji wan zarok bûn û 84 kes jî birîndar bûn ku 10 ji wan zarok in.

Êriş du roj piştî serdana payebilindekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li Rûsyayê hate kirin.

Ev êriş a herî kujer a mehên dawî ya li Ukraynayê bû.

Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li ser mijarê li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Li Sumiyê êrişa bi fuzeya balîstîk a metirsîdar a Rûs."

Zelenskiy got, "Li gorî raporên destpêkê bi dehan sivîl mirin, bi dehan jî birîndar bûn. Ev yek di rojeke welê de hate kirin ku mirov diçûn dêrê. "

Serokdewlet got, "Tenê namerd dikarin tiştekî bi vî rengî bikin. "

Rêveberiya leşkerî ya herêmî diyar kir ku bi du fuzeyên balîstîk navenda bajêr hatiye bombekirin.