Dewleta Tirk 450 penaberên Sûriyeyî şandin herêmên dagirkirî

Dewleta Tirk a dagirker bi sedan penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bi darê zorê şandin herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û radestî çeteyan kirin. çeteyan jî ji malbatan wan fidya xwestin.

Dewleta Tirk 450 penaberên Sûriyeyî şandin herêmên dagirkirî
14 gulan, 2024   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker şeva berê nêzî 450 penaberên Sûriyeyî di deriyê Bab El Selame yê bakurê Helebê yê dagirkirî re bi darê zorê şandin û radestî çeteyên ˊCeyş Wetenîˊ kirin. Çeteyan jî ji bo berdana penaberan ji malbatên wan pere xwestin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya şandina penaberan bi darê zorê û bicihkirina wan li deverên dagirkirî li şûna niştecihên resen, demografiya herêmê biguherîne.

(mh)

ANHA