Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir

Şêniyên bajarê Şedadê bang li Şaredariya Gel kir ku rê û kanalîzasyonên bajêr serast bike. Şaredariyê jî diyar kir ku pêşxistina binesaziyê di xebatên wê yên pêşîn de ye.

Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
Xelkê Şedadê daxwaza sererastkirina torên kanalîzasyon û rêyan kir
11 tîrmeh, 2025   05:37
HESEKÊ

Şêniyên Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê û gundewarê wî ji ber xerabbûna binesaziyê gelek zehmetiyan dikişînin, bi taybetî jî li ser asta kanalîzasyon û rêyên sereke. Ev zehmetî herî zêde di zivistanê de girantir dibin.

Şêniyan destnîşan kir ku ji ber xerabbûna dubare ya kanalîzasyonan nexweşî, golekên avê di nava gelek taxan de çêbûne û wê jî hişt kurm û bêhnên nexweş berbelav bibe, ji wê zêdetir jî xeteriyên tenduristî yên mezin nemaze li ser zarok û mezinan heye.

Têkildarî xerabbûna kanalîzasyonê li ser rêyan Esed El Hemîd diyar kir ku xerabbûna kanalîzasyonan zirareke mezin gihandiye gel û vê yekê hiştiye nexweşî di nava zarok û mezinan de berbelav bibin. El Hemîd bang li aliyên têkildar kir ku ji bo sînordarkirina pirsgirêkên tenduristiyê binesaziyê baş bikin.

Welatî Ela El Hemed jî destnîşan kir ku nebaşiya rêyan êşên şêniyan zêdetir dike, bi taybet di zivistanê de. El Hemed ji aliyên têkildar xwest ku tavilê bikevin tevgerê û torên kanalîzasyonan serast bikin û rêyan qîr bikin.

Ji bo bersivdana van xwestekan rêvebera Şaredariya Gel a Şedadê Xewle Siwêlih destnîşan kir ku şaredarî li gorî derfetên xwe tev digere û diyar kir ku "Ji bo guherîna boriyên kanalîzasyonan ên kevin bi yên nû ew ê di dema pêş de dest bi projeyekê bikin."

Xewle Siwêlih got: "Şaredarî li ser projeya pînekirina rêya Til Şayir a di navbera Şedadê û navçeya Deşîşe de, dixebite. Li kêlek wê jî tora kanalîzasyonan bi dirêjiya 700 metreyan a gundê Bejdelî nû dike."

Xewle Siwêlih di dawiya gotina xwe de diyar kir ku têkiliyên şaredariyê bi gel re dewam dikin û pêdiviyên wan li gorî derfetên heyî bi cih tînin û got: "Başkirina binesaziyê xebatên pêşîn ên şaredariyê ne."

(mh/fr)

ANHA