Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin

Xelkê bajarê Şedadê cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmeke girseyî spart axê.

Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
Xelkê Şedadê 3 cangorî oxir kirin
8 kanûn, 2024   16:43
HESEKÊ

Şervanê Hêzên Komandos Serdar (Hisên Hemed El Elî), şervanê Hêzên Erka Xweparatinê Ehmed Elî El Ubeyd  û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulqadir Sultan ên ku 6ˈê kanûnê li Dêrazorê, Mergeda û bajarê Hesekê de şehîd bûne bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hatin oxirkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.

Piştre rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê Ebdulmecîd El Etiyê axivî û got: "Em ji bo oxirkirina şehîdên ku ji bo avakirina Rêveberiya Xweser û bilindkirina ala welat canê xwe dane li vir kom bûne. Ji vê cihî pîroz em silavên xwe ji hemû şervanên li çeperên berxwedanê re dişînin."

El Etiye piştgiriya xwe bi hêzên parastina herêmê re anî ziman û diyar kir ku dê meşa serkeftinê bidomînin.

Ji rêveberên meclisa PYDˈê ya bajarokê Erîşe Mihemed El Ecûr  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya şehîdan da.

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wn hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşman hatin veşartin.

(bb)

ANHA