Xelkê Şedadê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariyê oxir kirin

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Efîf Mihemed û Fewaz El Ebdî li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê defin kirin.

10 îlon, 2025   14:35
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê merasîma oxirkirina 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Efîf Radî Mihemed û Fewaz Mihemed El Ebdî li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê li dar xist. Her du endam di 7ˊê Îlona 2025ˊan de li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê şehîd bûn.

Di merasîmê de xelkê bajêr, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah El Xidêr axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re dixwazin. Van endaman destanên lehengî û fedakariyê nivîsandin. Ji bo rêça me û rêça nifşên nû ew şehîd bûn mûm."

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermandar Ebdulmutelêb Receb axivî û diyar kir ku şehîd Fewaz û Efîf bi temamî bi erkên xwe rabûn û di operasyonên ewlehiyê de ji endamên pêşîn bûn.

Receb diyar kir ku şehîdan di oxira parastina welat û rûmetê de canê xwe feda kir.

Dûre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA

‏