Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan

Xelkê kantona Reqayê sersaxî da malbatên 2 şervanên Hêzên Xweparastinê şehîd Îsmaîl El Ubêd û Xalid El Ehemd, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El Ebid û gerîlaya HPGˊê Engîzek Ararat û soza şopandina rêça wan heta serkeftinê da.

Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
28 îlon, 2025   14:37
REQA

Bi sedan xelkê kantona Reqa, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, hêzên ewlehî û leşkerî, koçberên kantona Efrînê berê xwe da konê sersaxiya 4 şehîdan. Konê sersaxiyê li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hat vedan.

Navên şehîdan; Hisên Xelef El Ebid ê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di 26ˊê Îlonê de dema li ser karê xwe bû, 2 şervanên Hêzên Xweparastinê Xalid Hisên El Ehmed û Îsmaîl Mihemed El Ubêd di qezayeke trafîkê de di 26ˊê Îlonê de û gerîla Engîzek Ararat li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 9ˊê Çîleya 2022ˊyan de, şehîd bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Etab El Dêf sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan ên ku kezebên xwe di oxira parastina xak û rûmetê de feda kirine."

Li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Alaa El Elî jî diyar kir ku: "Wê şehadetên wê ji bo me re jêderên serbilind û serfiraziyê bimînin. Şehîd tacên serê me ne û menareyên rêya azadî û rûmetê ronî dikin. Ne ji fedakariyên wan bûya, me nikarî îro serê xwe rakira."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Riyad El Xemîs jî sersaxî da hêzên leşkerî û tevahî malbatên şehîdan û got: "Şehîd ew ê ku bi xwîna xwe ya paqij bilindtirîn wateyên fedakariyê nivîsandine ku bigihîne asta herî bilind."

Merasîm bi diruşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" bi dawî bû.

(fr)