Şandeya jinan li Lozanê pergala hevserokatiyê nîqaş kir

Hevdîtinên şandeya jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê didomin. Şande li Lozanê bi jinan re civiya û têkildarî pirrengiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, demokrasiya ku tê pêkanîn, pergala hevserokatiyê û temsîla jinan nîqaş kir.

Şandeya jinan li Lozanê pergala hevserokatiyê nîqaş kir
Şandeya jinan li Lozanê pergala hevserokatiyê nîqaş kir
Şandeya jinan li Lozanê pergala hevserokatiyê nîqaş kir
Şandeya jinan li Lozanê pergala hevserokatiyê nîqaş kir
Şandeya jinan li Lozanê pergala hevserokatiyê nîqaş kir
Şandeya jinan li Lozanê pergala hevserokatiyê nîqaş kir
28 îlon, 2025   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hehvdîtinên xwe yê li Ewropayê didomîne. Şande bi pêşengiya Konseya Jinan a Lajînê li Komaleya Çand û Hunera Kurdî ya li Lozanê bi jinan re hat ba hev.

 Şandeyê der barê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirrengiya herêmê, demokrasiya ku tê pêkanîn, pergala hevserokatiyê û temsîla jinan bi çi awayê pêk tê, bi hatina cîhadîstan re metirsiya li ser jinan çi ye, li ser mijaran agahî dan.

Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê.

Şandeya Jinan a Rojava wê hevdîtinên xwe yên, Zurîh, Aarau û St. Gallen bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re bicive.

ANHA