Parêzer: Pergala îşkence û qirkirinê sûcê li dijî mirovahiyê ye

Parêzerên li bajarê Helebê destnîşan kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji qonaxa tundiyê derbasî qonaxa windakirina bi darê zorê bûye û ev sûcek e. Parêzeran da zanîn ku li gorî xala heftemîn a Destûra Romayê ya sala 1958`an ev wek sûcên li dijî mirovahiyê tê binavkirin.

Parêzer: Pergala îşkence û qirkirinê sûcê li dijî mirovahiyê ye
12 mijdar, 2024   03:10
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê li Îmraliyê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Der barê mijarê de hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê parêzer Fadiya Şêx Îsa da zanîn ku dewleta Tirk tu zagonan der barê Rêber Abdullah Ocalan de bi cih nayne û got: “Ji ber ku piştî revandina wî di dadgeheke ne adil de hat darizandin.”

Fadya Şêx Îsa her wiha got: “Di 29’ê Hezîrana 1999’an de bi cezayê îdamê hat darizandin, lê di sala 2005’an de li gorî zagona 5170’an a sala 2004’an a Tirkiyeyê cezayê giran ê muebettê lê hate birîn.”

Fadiya Şêx Îsa tekez kir ku serdan yek ji mafên girtiyên siyasî ye û li gorî sîstema girtîgehan mafê girtiyê siyasî yê hevdîtina asayî ya malbat, parêzer û hevalên xwe re heye.

Fadya Şêx Îsa diyar kir ku dewleta Tirk zagonan binpê dike û got: “Desthilata dagirkeriya Tirkiyeyê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.  Ji bilî hevdîtina bi biraziyê wî Omer Ocalan re piştî 44 mehan, hemû hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatine astengkirin.”

Fadya Şêx Îsa diyar kir ku dewleta Tirk peyman û zagonên navnetewî binpê dike, her wiha da zanîn ku nepêkanîna zagona mafê hêviyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, binpêkirina peyman û zagonên Ewropî û navnetewî ye. Ji ber ev zagon zagoneke navnetewî ye û ji aliyê gelek welatan ve hatiye îmzekirin û Tirkiye jî di nav de ye.

Fadiya Şêx Îsa her wiha da zanîn ku li gorî zagona mafê hêviyê eger girtî bîst sal cezayê xwe derbas kirin, yan jî temenê wan ji heftê saliyê zêdetir be, divê were berdan,  ev her du şert jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan derbas dibin; ew 75 salî ye û zêdetirî 25 salan di girtîgehê de maye, lê ta niha jî girtî ye.

Fadiya Şêx Îsa bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî û wiha dewam kir: “Rêxistinên navnetewî, mirovî û mafên mirovan bêdeng in, ji ber ku berjewendiyên navnetewî li ser qanûnên navneteweyî, mafên mirovan û mafên takekesî û mafên gelê Kurd re ye. Lewma em dibînin ku Yekîtiya Ewropayê û welatên rojavayî û hemû rêxistinên mafên mirovan û heta yên olî bê deng in.”

Fadiyayê diyar kir ku hemû binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin li dijî zagonên Tirkiyeyê û yên navnetewî ne, bi taybet peymana Viyanayê ya sala 1968’an e û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Rewşa Rêbertî ji qonaxa tundiya li dijî wî veguheriye Qonaxa windakirina bi zorê, li gorî xala heftemîn a Destûra Romayê ya sala 1958`an ev weke sûcên li dijî mirovahiyê tê binavkirin. “

Fadiyayê bang li rêxistinên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û bi giştî rêxistinên mafên mirovan kir ku li dosyaya Rêber Abdullah Ocalan binerin, ji tecrîda li ser wî re çareseriyekê bibînin û zextê li dewleta Tirk bikin ku zagonên navnetewî pêk bîne û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Helebê parêzer Îsam Mihemed jî diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin sûc e, her wiha da zanîn ku mafê girtiyê siyasî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne, li gorî peyman û zagonên navnetewî, lê dewleta Tirk vî mafî binpê dike.

Îsam Mihemed her wiha tekez kir ku li gorî zagonan mafê girtiyê siyasî heye ku nêrîna xwe bêje û ramanên xwe pêşkêş bike, ji ber ku ew girtiyê siyasî ye û doza wî ne dozeke tewanê ye û peymanên navdewletî van mafan didin girtiyên siyasî.

Parêzer Îsam Mihemed ji rêxistinên mirovî xwest ku fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk guh nade van zagonan, lê belê mafên mirovan binpê dike. Lewma ji Rêxistinên MIrovî tê xwestin ku hesabê ji dewleta tirk bipirsin."

(k)

ANHA