Xelkê Hesekê û Amûdê "Danezana destûrî" red kir

Bi dehan xelkê bajarên Hesekê û Amûdê yên kantona Cizîrê ji bo redkirina "Danezana destûrî" ku desthilata Şamê derxistiye, çalakiyek li dar xist.

15 adar, 2025   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên redkirina "Danezana destûrî" ya ku desthilata Şamê derxistiye de, komeke ji çalakgeran li Parka 4’ê Nîsanê yê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê çalakiyeke protestoyê li dar xist û destûr red kir. 

Çalakgeran pankartên "Esed hilweşî, lê zihniyeta Baas‛ê hîna Sûriye kontrol dike", "Demokrasî tê wateya beşdariya tevahiyan ne dûrxist", "Sûriye demokratîk a pirrengî ya nenavendî", "Destûra li ser paşguhkirin û dûrxistinê hatiye avakirin Sûriyê ber bi ewlehiyê ve nabe", "Destûra me nas nake, em jî wê nas nakin" hildan.

Çalakgeran siloganên şermezarkirina "Danezana destûrî" berz kirin û banga jinûve sazkirina destûrê li ser bingehên edalet û wekheviya di navbera tevahî pêkhateyên Sûriyeyê de kir.

Di heman çarçoveyê de xelkê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi meşekê "Danezana destûrî" red kir û daxwaza destûreke nûnertiya tevahî pêkhateyan û mezheban bike, kir û komkujiyên li perava Sûriyeyê şermezar kirin.

Beşdar ji naverasta bajêr ber bi Qada Jina Azad ve ketin rê û pankartên "pêşnûmeya danezana dîkatorî ye", "Em bazariyê li ser mafên xwe nakin, Fedralî çareya guncaw e", "Destûra Sûriyeyê nûnertiya gelê Kurd nake", "Tevî ku peyva destûr bi Kurdî ye, lê mafên Kurdan tune dike", "Sûriye fedralî, Sûriye nenavendî", "Bijî yekitiya Kurd" hildan.

(fr)

ANHA

AMÛDÊ

HESEKÊ